Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

O'Brien: Welatên Din Yên Îslamî Û Arabî dê Pêngava Îmaratan Biavêjin


Roja Yekşemê Şêwirmendê Serok Trump yê Ewlekariya Niştîmanî Robert C. O'Brien ragihand ku zelale hin welatên din yên Îslamî û Arabî dê pêngava ku Îmartên Arabî yên Yekgirtî avêtî û têkiliyên xwe ligel Îsraîlê vegerandîn, ew welat jî dê heman pêngavê biavêjin.

Robert C. O'Brien û zavayê serok Trump û şêwrirmendê serok Trump yê di asta bilind da Jared Kushner li Orşalîm-Qudsê ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu civiyan piştî di dema ku danûstandin ligel Abu Zabî da tên encam dan jibo ku başkirina têkiliyên Îsraîl û Îmaratan bikeve di qunaxa herî dawiyê da.

Robert C. O'Brien piştî ligel Netanyahu civîya gote rojnamevnana "Ez bi bawer im ku welatên din yên Îslamî û Arabî dê di demek nêzîk da pêngava di warê başkirina têkiliyan ligel Îsraîlê da biavêjin ".

Lê O'Brien navê wan welatan neanî, lê berpirsên Îsraîlê bi eşkereyî dibêjin ew welat, Sultaniya Omanê, Bahreyin û Sûdan e.

Kushner ku li kêleka Netanyahu û O'Brien rawestiyayî bû, dema derbarê peymana Îsraîl û Îmaratan da got"Ew pêngavek mezin ya ber bi pêş da bû" di vî warî da.

Îsraîl û Îmaratên Arabî yên Yekgirtî nîva meha Tebaxê peymana aştiyê bi Îsraîlê ra bi hevkariya Amerîka îmza kirbû û heta niha çendîn pêngavên başkirina têkiliyên dîplomasî di navbera Îsraîl û Abu Zabî da çêbûne, doh Şemiyê Îmaratan bi mersûmek fermî ya serokatiyê qanûna qedexya têkiliyên bi Îsraîlê rakir û nehişt.

Filistînyan pêngava Îmaratan rexne dikin û dibêjin, Îmaratan dest ji siyaset û mercê avakirina dewleta Filistinê berdaye li ser axa ku sala 1967 ji aliyê Îsraîlê ve hatiye zep kirin.

Rêveberiya Trump hewil dide welatên din yên Sûnî bi başkirina têkiliyên bi Îsraîlê re qayil bike yên ku weke Îsraîlê ji siyaseta Îranê ne rihetin.

XS
SM
MD
LG