Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Dê Demeke Nêz de Serdana Bahreynê Bike


Netanyahu
Netanyahu

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Sêşemê dîyar kir ku ewê li ser vexwendina prensê cîgirê welatê Kendavê Salman el-Xalife di demeke nêz de serdana Bahreynê bike.

Serokwezîr Netanyahu di derbarê hevdîtina xwe ya bi prensê cîgirê Bahreynê de, daxuyanîyeke da.

“ Em her du jî kêfxweş in ku di demeke kurt de deskeftîyên aştîyê ji gel û welatên xwe re pêşkeşkeş bikin. Ji ber vê yekê el-Xelîfe bo serdanek fermî ya Behreynê ez vexwendim û ezê vê serdanê bi kêfxweşî bikim," Netanyahu got.

Bahreyn, Îsraîl, û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî di 15’ê Îlonê de li Qesira Sipî bi navbeynkarîya Amerîka peymana normalkirina peywendîyan îmza kiribûn.

Ev peymana hemberî Îranê hevalbendîyeke stratejîk ya Rojhilata Navîn tê dîtin.

Şandeyeke Bahreynê, Çarşema borî serdana Îsraîlê kiribû .

Rêveberîya Trump, ji Îlonê vir ve bi Bahreyn, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Sudanê re bi armanca normalkirina têkiliyên wan yên bi Îsraîlê re, navbeynkarîya peymanan kir.

Herî dawî şandeyeke Îsraîlê roja Duşemê çûbû Sudanê.

Karbidestên Qesra Sipî dibêjin ku pirtir welat difikirin ku têkilîyên xwe bi Îsraîlê re normal bikin. Lê, heya serokê hilbijartî Joe Biden di 20'ê Rêbendanê de dest bi kar bike û sîyaseta rêveberîya xwê eşkere bike, pêşveçûnên zêdetir nayê pêşbînîkirin.

Hejayê balkişandinê ye ku Biden gotibû ku ewê jinûve beşdarî peymana navneteweyî peymana navokî ya hêzên cîhanî di 2015'an de, bi îranê re îmza kiribû û herwiha dê bi hevalbendan re bixebite ku şert û mercên peymanê xurt bike.



XS
SM
MD
LG