Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Îsraîlî Cohen Dibêje ku Bahreyn û Uman jî Îsraîlê Binasin


Alên Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Îsraîlê
Alên Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Îsraîlê

Wezîrê îstixbaratê yê Îsraîl Eli Cohen îro Yekşemê ragihand ku Bahreyn û Uman dibe ku welatên din yên Kendavê bin ku pêvajoya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ya naskirina Îsraîlê bişopînin.

"Di piştî vê peymanê, hem bi welatên Kendavê û hem jî bi welatên misilman yên li Afrîqayê re dê peymanên nû werin çêkirin," Cohen ji radyoya artêşa Îsraîlî re got.

Hem Bahreyn û hem Uman pesina peymana bi navbeynkarîya Amerîka dabûn, lê wan ne nerînên xwe yên di derbarê lihevkirina bi Îsraîlê re dîyar kirin, ne jî bersîvên daxwazên jibo şîrovekirina ser mijarê dan.

"Bi nêrîna min Bahreyn û Uman bê guman di rojevê de ne. Wek din, di nirxandina min de, şansek heye ku di sala were de ewê peymanek aştîyê bi welatên din yên li Afrîqî yên wek Sudanê pêk were," Cohen got.

Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî roja Pêncşemê dîyar kiribûn ku ewê peywendîyên dîplomatîkî normal bikin, sîyaseta Rojhilata Navîn ji pirsgirêka Fîlîstîn heya tekoşîna dijî Îranê jinûve binirxînin û darxînin.

Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu îro Yekşemê ji wezîrên kabîneyê re got ku ew hêvî dike ku bêtir welat dê beşdarî wan ya qonaxa li dora aştîyê bibin.

"Ev guherîneke dîrokî ye ku aştîyê bi cîhana Ereb re pêşve dixe û ewê di dawîyê de aştîyeke rastîn, hişmend û ewle bi Fîlîstînîyan re ava bike," wî bi daxuyanîyeke nivîskî got.

XS
SM
MD
LG