Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fîlîstînî Dibêjin ku di Êrîşa Îsraîlê de 2 Kes li Gaza Hatine Kuştin


Tixubê Îsraîlê û Kerta Gaza (Arşîv)

Karbidestên Fîlîstînî ji Reutersê re ragihand ku di encama teqekirina polîsên Îsraîlî de 2 kes li nêzî tixubê Îsraîl û Gaza hatine kuştin.

Karbidestan dîyar kir ku yek ji qurbanîyan kurekî 14 salî yê bi navê Xalid El-Rabai ye û kesê din jî Alî El-Aşqar ê 17 salî ye.

Karbidestên Fîlîstînî herwiha da zanîn ku 38 kesên din di encama êrîşan de birîndar bûn.

Berdevkekî artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan ku ser sînorê nobedarî dikirin, rastî êrîşa 6,000 xwepêşanderên bi madeyên peqînkar û bombeyên agir hatin.

Wî got ku hêzên wan bi awayekî rek û pêk bersîvdana êrîşvanan da, lê wî behsa kuştinan nekir.

XS
SM
MD
LG