Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje ku Dev ji Girên Golanê Bernede


Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett roja Duşemê dîyar kir ku, Îsraîl dê Girên Golanê ku di şerê 1967 de ji Sûriyê stendibû, biparêze.

Bennett di konferansekê de derbarê siberoja Golanê de got, alozîya navxweyî ya Sûrîyê "li cîhanê gelek kes razî kiriye ku dibe ku baştir be ku ev axa xweş û stratejîk di destê Dewleta Îsraîlê de, be.

"Lê, heke di rewşek de - ku dibe ku bibe - cîhan li ser Sûriyê, yan bi Esed re helwesta xwe biguherîne jî, ev yek ewê çi bandorê li ser rewşa Girên Golanê neke. Girên Golanê yên Îsraîlê ne, " Bennett, got.

Her wiha, Bennett soz da ku hejmara nifûsa Îsraîlî ya li Golanê du qat bike, ku niha dora 20.000 kesan, ku qasî civateke Erebên Durzî ye ku bi gelemperî dilsozên Sûriyê ne, li wir dijîn.

Çavkanîyekî fermî yê wezareta karên derve ya Sûrîyê de daxuyanîyên Bennett şermezar kir.

Daxuyanî û siyasetên bi vî rengî yên êrîşkar wê rastî ya herheyî neguherîne ku Girên Golan, yên Ereban û Sûrîyan bû û ewê wiha bimîne û zû yan dereng ewê vegere welatê dayikê, " wî got.

Di 2019 'an de, Serokê Amerîka Donald Trump serwerê Girên Golanê wek Îsraîl nas kir, û bi hêzên din yên cîhanî re helwestek cûda girt ku pirsgirêka Girên Golanê di 1981 'an de bi gaveke navneteweyî de wek neyê nas kirin bû.

Daxuyanîyên Bennett di demekê de ye ku rêvebirîya niha ya Amerîka ser rewşa qanûnî ya Golan disekine û her wiha hin dewletên Erebî bi Serokê Sûrî Beşar Esad re alozîyên xwe kêm dikin, hat.

XS
SM
MD
LG