Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hamasê bi Balonên Şewatê Û Îsraîlê bi Êrîşên Esmanî Agirbestê Dijwar Dikin


Alên Îsraîl û Filîstînê
Alên Îsraîl û Filîstînê

Balafirên şer yên Îsraîlê îro Çarşemê êrîşê heremên Hamasê yên li Gazayê kir, piştî ku do ji heremên Filistînê balonên ku şewat derdixînin hatin avêtin.

Ev êrîşên bi vî rengî yên cara yekê ne, piştî şerê dijwar yê navbera Îsraîl û Hamasê ya 11 rojan, bi agirbesteke nazik ya meha borî bidawî bû.

Tundîtûjîya niha, jibo hikûmeta Serokwezîrê nû Naftalî Bennett, têsteke dijwar û zû ye.

Koalîsyona Naftalî Bennett ya ku roja Yekşemê hate ser kar, soza çareserîya pirsgirêkên civakî, aborî da, û her wiha dûrsekina ji sîyesata alozdar ya hemberî Filîstînîyan dabû pêş xwe.

Agirbesteke bi navbeynkarîya Misrê ku şerê di navbera Îsraîl û milîtanên Gazayê de rawestand, heya niha xûya nake ku jiber alozîya ji do ewarê ve destpê kir ve, ketiye bin xeterîyê.

Êrîşên esmanî yên Îsraîlê yên bi şev, îro serê sibehê mîna ku hatiye sekinandin. Derbarê kuştî û birîndaran de her du alîyan jî heya niha ti agahdarî dîyar nekirine.

Tundîya do şev, piştî meşek li Orşelîmê Rojhilat ya roja Sêşemê ji hêla nîjadperestên Cihû ve hat kirin rû da; ya ku Hamasê bi bersîvdayînê tehdît kiribû.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku balafirên şer, êrîşî navênden komên çekdar yên Hamasê li Gaza û yên li başûrê Xan Younis kirine û ew bo tevahîya rewşan amade bûn, tevî şereke jinûve ya hemberî kiryarên terorîstî yên domdar yên ku ji Gazayê têne kirin.

Hevdem, Artêşa Îsraîlê got ku êrîş wek bersîvdayîna dijî avîtina balonên ku dibin sedema şewatê, hatiye kirin.

Tîmên agirkujiyê yên Îsraîlî ragihand ku bi sedama balonên şewatê yên ku ji Gazayê hatine avêtin, li qadên vekirî yên li taxên nêzê sînorê Gazayê , 20 şewat derketine.

Berdevikê Hamasê, êrîşên Îsraîlê piştrast kir, got Fîlîstînî ewê berxwedana xwe ya wêrek û parastina maf û warên xweyên pîroz yên li Orşelîmê bidomînên.

Lê pispor dibêjn ku Hamas, li dora meşê û piştî êrîşên Îsraîlê jibo zêdenekirina alozîya li Gazayê, ji avetina roketên dur sekinîye.

Talal Okal, pisporekî li Gaza helwesta Hamasê bi vî rengî şîrove kir "Ev agirbesta pir nazik e. Dibe ku aramîya heyî derfetek bide Misrê da ku jibo xurtkirinê hewl bide, " Okal got.

Radyoya artêşa Îsraîlê ragihand ku Îsraîlê navbeynkarên Misirî agahdar agahdar kiriye ku rasterast tevlîbûna Hamasê ya avetina balonên şewatê ewê danûstandinên agirbesta demdirêj bike nava xeterîyê.

Lê, Karbidestên Îsraîlî heya niha ragihandina radyoya artêşê piştrast nekiriye.

XS
SM
MD
LG