Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îsraîlê Îhtîmala Hilbijartineke Nû Nêzîk Dibe


Parlamana Îsraîlê îro Duşemê pêşnîyareke pêşîn qebûl kir ku xwe pûç bike.

Tevî ku du meh ser hilbijartinên giştî derbaz bûye, Îsraîl ketiye nav krîzeke sîyasî jiber ku Serokezîr Benjamin Netanyahu nikarîbû piştgirîya pêdivî peyda bike.

Li ber e parlaman roja Çarşemê dengdana dawî bike û ger pêşnîyar were pejirandin, hîngê Îsraîl dê mecbur be ku hilbijartineke din pêk bîne.

Piştî hilbijartinên 9’ê Nîsanê çaverê bû ku Netanyahu bi hêsanî hikûmeteke nû damêzirîne jiber ku partîya wî Lîkud bi hevalbendên xwe dikaribû 65 dengan bi dest bixe.

Lê, cudabîrîyên bi partîya Yisrael Beiteinu ya xwedî 5 kursîyan nehêla ku Netanyahu bigheje armanca xwe.

Hêjayî balkişandinê ye ku di parlama Îsraîlê de 120 kursî hene û Netanyahu di Nîsanê de 60 kursî qexenc kiribûn.

XS
SM
MD
LG