Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl jiber Zêdebûna Pêketinên Nû yên Korona Jinûve Biryara Karantînê Radigihîne


Hikûmeta Îsraîlê jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona jinûve biryara karantînê ragihand.

Bi vî awayî, Îsraîl dibe welatê pêşî yê ku cara dududyan dikeve karantînê.

Li gor tedbîrên ku dê sê hefteyan bidomin, ji hemwelatîyan tê xwestin ku ji malên xwe ji 500 metre zêdetir bi dûr nekevin.

Çaverê ye ku dibistan û molên li Îsraîlê jî wan sê hefteyan girtî bin.

Dermanxane, supermarket û avahîyên hikûmetê dê di karantînê de vekirî bimînin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di kanala fermî ya dewletê de da zanîn ku ew hazirîyê dikin ku alîkarîya diravî bidin kompanîyan.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Îsraîlê pirtir ji 156 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 1126 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG