Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl û Kosova bo Têkilîyên Dîplomatîk Peymanek Îmza Kir


Wezîrê Karên Derve yê Îsraîl Gabi Ashkenazi û ya Kosova di merasîma îmzakirina peymanê de 1 Sibat,2021

Îsraîl û Kosova îro Duşemê jibo avakirina peywendîyên dîplomatîk peymaneke îmza kirin.

Ev peymana bi navbeynkarîya Amerîka pêk hat ku û tê de vekirina balyozxaneyekê Kosova li Orşelîmê jî heye.

Hejayê balkişandinê ye ku piranîya şênîya welat misilman e.

Merasîma îmzakirina peymanê jiber rewşa vîrusa korona li ser înternetê hat çêkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîl Gabi Ashkenazi di merasîmê de axifî û got ku avakirina peywendîyên nû dîrokî bûn û li herêmê di têkilîyên cîhana Ereb ya Misilman yên bi Îsraîl re de guhertinek nîşan dide.

Îsraîl sazkirina peywendîyên nû bi welatê Balkan yê piçûk re wek beşek ji normalkirina peywendîyên berfirehtir ya bi welatên Ereb û Misilman dibîne.

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump bo avakirina wan peymanan piştvanîyek mezin dabû.

Trump destpêka peywendîyên her du welatan di Îlona 2020'an de mîna peymanake alîgir ya peymana aborî ya di navbera Kosova û Sirbîstan de ragihandibû.

Wezîr Ashkenazi di merasîmê de ragihand ku wî ji Kosovayê daxwazek fermî girtîye da ku balyozxaneyeke li Orşelîmê saz bike ku karbidestên Îsraîlî hêvî dikin ku heya dawîya Adarê were vekirin.

Tenê balyozxaneyên du welatan - Amerîka û Guatemala - li Orşelîmê hene. Welatên din, Malawi û Honduras jî di nav de, soz dane ku jibo vekirinê gavan bavêjin.

Statuya Orşelîmê, li ber peymana aştîyê ya di navbera Îsraîl û Fîlîstînîyan de mijara herî girîng ya kêşedar e.

Îsraîlê di şerê Rojhilata Navîn ya 1976'an de Orşelîm girt û wek paytexta xwe dîyar kir.

Lê, Fîlîstînî bi piştgirîyeke navneteweyî ya mezin Orşelîma Rojhilat paşve daxwaz dikin.


XS
SM
MD
LG