Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekemîn Geşta "Aştiyê" di Navbera Îsraîl Û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî da


Balafira rêwîtiyê ya Boeing 737-ê ya El Al Airlines 31 Tebax,2020.
Balafira rêwîtiyê ya Boeing 737-ê ya El Al Airlines 31 Tebax,2020.

Di navbera Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmaratan) de piştî îmzekirina peymana aştîyê, îro Duşemê yekemîn geşta esmanî ya bazirganî pêk hat.

Berpirs û Şêwirmendên di asta blind da, yên Serokê Amerîka Donald Trump û herwiha kesên nêzîk yên Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu bi firîneke dîrokî ji Tel Aviv gehiştin Ebu Dhabî.

Piştî ku balafir ji Îsraîlê rabû, di ser erdê Arabistana Saûdî re derbasî Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bû.

Netanyahu di twiteke xwe da got"Bi vî awayî aştî li hember aştiyê pêktê" herwiha di twîtera fermî ya Serokwezîrê Îsraîlê da hatiye ku, Netanyahu bi telefonê ligel kaptinê firoka ku yekmîn geşta di navbera Îmaratên Yekbûyî yên Arabî û Îsraîlê da pêkanî aixftîye.

Şêwirmendê paye bilind û zavayê Trump, Jared Kushner, û şêwirmendê ewlehîya neteweyî Robert O’Brien seroktîya şandeya Amerîkî dikin.

Seroktîya şandeya Îsraîlî ji hêla hevpar O’Brien, Meir Ben-Shabbat ve tê kirin.

Karbidestên Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (MYE ) ewê di derbarê mijarên wek pêşxistina bazirganî û tûrîzm danûstandinan bikin û herwiha dê nûnerên parastinê yên Îsraîlî serdana MYE'yê bikin.

"Min duh li dîwarê Orşelîmê dua kir ku Misilman û Ereban li seranserê cîhanê dê vê firînê temaşe bikin, bi têgihîştina ku em hemî zarokên Xwedê ne, û ne pêwîste ku pêşeroj ji hêla paşeroj ve were destnîşankirin," Kushner ji nûçegihanan re li Balafirgeha Ben-Gurion ya Tel Avivê ragihand.

Karbidestên Îsraîlî hêvî dikin ku jibo merasîma îmzekirina peymana li Washington ku wek beşek ji vê serdanê were binavkirin, dîrokek destnîşansaz bikin. Dê peyman di navbera Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu û Qralê MYE'yê Şêx Mihemed Bîn Zayîd El Nahyan de were imza kirin. Tê payîn ku pêşandan di destpêka Îlonê de pêk were.

Li ser balafirgeha rêwîtiyê ya Boeing 737-ê ya El Al Airlines, ku di navbera Tel Avivê ê û Ebû Dhabî firîna yekê ya bazirganîyê pêk anî, bi zimanên Îbranî, Îngîlîzî û Erebî hatî "Aştî" hate nivîsandin.

Hêjayê bîr xistinêye ku ev firîna dîrokî piştî ku bi peymanek ya di nava Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Îsraîlê bi navbeynkariya Amerîka di 13'e Tebaxê de rê liber peywendîyên dîplomatîk vekir, pêk hat.



XS
SM
MD
LG