Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Û Misir Jibo Xurtkirina Agirbesta Gazayê Dicivin


Sameh Shoukrty wezîrê derve yê Misrê di preskonferansekê de li Ramallah

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Yekşemê pêşwazîya serokê îstixbarata Misrê kir û wezîrê karên derve yê hikûmeta xwe jî, îro şand Qahîreyê.

Ev serdan û civîn, di pêyvajoya hewildanên bo avakirina agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de ku hefteyeke berê pêk hat da ku tundîya herî xirab ya salên dawî qedand, têne kirin.

Misirê alîkarîya navbeynkarîya agirbesta kir, ku ji 21'ê Gulanê ve bi bandor e ku serfirazîyeke dîplomatîk ya berbiçav e û hevdem bi Amerîka û hevkarên din yên herêmî re dixebite da ku wê mîna agirbesteke mayînde, berfireh bike.

Karbidestên Fîlîstînî bi sedema êrîşên Îsraîlê yên ser li Gazayê, bo jinûve avakirina bajar, bi deh mîlyon dolaran pêwîstîya dirav dîyar kirin.

Karbidestên saxlemîyê ragihandibûn ku jiber êrîşên Îsraîlê yên di 11 rojên şer de, 248 Fîllistîlnî hatine kuştin.

Îsraîl di heman demê de zarara ku jiber roket û mûşekên Filistînî, ku li Îsraîlê 13 kes kuştin, jî sererast dike.

Serdana wezîrê karên derve yê Îsraîlê Gabî Ashkenazî ya Qahîreyê ya ku îro destpê kir, di 13 salên dawî de serdana cara yekê ya bi vî rengî ye.

Ashkenazî ragihand ku ewê bi hevtayê xwe yê Misirî re li ser 'avakirina agirbesteke mayînde ya bi Hamas re' û alîkarîya jinûve avakirina Gazeyê nîqaş bike.

Misrê roja Şemîyê da zanîn ku Semîh Şukrî ku wezîrê karên derve yê welat e ewê pêşwazîya wezîr Ashkenazî bike, lê di derbarê danûstandinan de hûrgulîyên bêtir ranegihand.

Hem Netanyahu û hem jî Ashkenazî gotin ku yek ji armancên sereke ya Îsraîlê ewe ku xilaskirina du sivîlên Îsraîlî û anîna hestîyên du leşkeran ku bi salane, li Gazayê têne ragirtin,ewledar bike. Hamas radestkirina du sivîlên Îsraîlî heya niha, red dike.

XS
SM
MD
LG