Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsekî Îsraîlî ji Alîyê 2 Xortên Fîlîstînî ve Hat Kêr Kirin


Polîsên Îsraîlî ragihand ku du xortên Fîlîstînî îro Pêncşemê bi kêran êrîş birin ser polîsekî Îsraîlî û ew birîndar kirin.

Polîsan ragihand ku êrîş li Taza Dîrokî ya Orşelîmê qewimî û yek jî êrîşvanan ji hêla hêzên ewlekarîyê ve hate kuştin.

Wezareta saxlemî ya Fîlîstînî piştrast kir ku yek ji Fîlîstînîyan hatiye kuştin.

Berdevikê polîsan Micky Rosenfeld dîyar kir ku her du êrîşvan ji 18 salî biçûktir in, lê wî ti hûrgilîyên din nedan.

Wî got ku êrîşvanê din bi sivikî birîndar bû û niha dermankirina wî li nexweşxanê berdewam dike.

XS
SM
MD
LG