Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pevçûn di Navbera Îsraîl û Filestînîyan de Derdikevin Pêş


Wêne ji Arşîf e

Piştî pevçûnên şeva borî di navbera Filestîniyan û Îsraîlê de, milîtanên Filestînî li kerta Gazayê bi dehan rokêt avêtin nava Îsraîlê û Leşkerên Îsraîlê bi êrîşên esamnî bersiva wan da, li gor leşkerê Îsraîlê.

Tevî ku van pevçûnan çi metirsîyên mezin ne sepandin, li gor leşkerên Îsraîlê, lê wan bêdengîya ku bi mehan li sînorê Gaza hebû, şikand.

Li Orşelîmê(Qudsê), girjîyên navbera Îsraîlî û Filestînîyan di meha Remezanê de bilindtir bûne .

Tundî di xwepêşandanên roja Pêncşemê de derketin pêş û di encamê de bi dehan birîndar û girtin hebûn.

Polîsê Îsraîlê got piştre tevlîhevî derbasî taxa Filestînî ya nêzî bû û Filestînîyan kevir û yarîyên agirîn avêtin efserên polîsê yên Îsraîlê.

Li kerta Gaza mîlîtanên Filestînî 36 rokêt avêtin Îsraîlê, piştî tevgera Hemas ya desthilatdar û hin grûpên din yên çekdar bangeke hevbeş kirin ji bo berxwedana Filestîyan li Orşelîmê, li gor leşkerên Îsraîlê.

Firokên şer yên Îsraîlê bersiva rokêtên Hemas da û bingehên wê kirin armanc.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG