Koma îslamî Hamas got ku çend fermandarên wê yên payebilind di êrîşên Îsraîlê da roja Çarşemê hatin kuştin û di nav wan da Bassem Issa heye ku serkêşê wê yê leşkerî ye li Bajarê Xezayê.
Ajansa ewlehîya navxweyî ya Îsraîlê, Shin Bet, Bassem Issa wekî yek ji wan çar mîlîtanên Hamasê yên sereke binav kir û got ku ew hatine kuştin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ser kuştinê axivî û da zanîn ku wî hişyarî dabû ku jîyana milîtanên Fîlîstînî li Xezayê di xeterê da ye.
"Ev tenê destpêk e; em dê derbên ku wan xeyal nekirine li wan bidîn," wî got dema ku çû nexweşxaneyekê li navenda welatî bo serdana keçek Îsraîlî ya ku di êrîşeke mûşekî da birîndar bibû.
Li gorî Shin Bet, ji bilî Issa di êrişê da Cuma Tahle, serokê fermandarîya sîber ya Hamasê ye û berpirsiyarê pêşvebrina rastbûna rokêtê, serokê lêkolîn û cebilxanê Cemal Zibde, û Hazem Hatib, endezyarê sereke yê hilberînê yê grubê hatine kuştin.
Shin Bet dibêje bi dehan endamên din yên beşa lêkolîn û pêşvebirinê yên Hamasê jî hatine kuştin di êrişeka ku bingehê wan wêran kirîye.
Milîtanên Xezayê ji Duşemê êreve pirtirî 1000 roket havêtine, li gorî arteşa Îsraîlê, ku bi sedan êrişên hewayî birin ser gruba îslamî yên li berava qelebalix Xezayê