Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Nîşana Çalakîyên Tolhildanê yên li Îraq, Yemen û Îranê Dide


Dîmenek piştî bombebarana Îsraîlê li ser Kerta Gazayê, 26 Berfanbar, 2023.
Dîmenek piştî bombebarana Îsraîlê li ser Kerta Gazayê, 26 Berfanbar, 2023.

Wezîrê Berevanîya Îsraîlê îro Sêşemê ragihand ku welatî wî bi sedema şerê dijî koma milîtan Hamasê ji heft alîyan ve rastî êrîşan tê û wan jî wek bersiv hejmareke êrîşên tolhildanê pêk anîne.

"Em di şerekî bi pir enî de ne û ji heft alîyan rastî êrîşan tên: Gaza, Lubnan, Sûrîye, Cihuya û Samerya (Kerta Rojava), Îraq, Yemen û Îran," Yoav Gallant got.

Gallant bi berdewamî dîyar kir ku Îsraîlê jî li şeş ji wan welatan êrîş pêk anîye.

Ji dema ku şerê navbera Îsraîl û Hamasê di 7’ê Cotmehê de bi êrîşeke Hamasê destpê kirîye, artêşa Îsraîlê dibêjê ku ew bersiva êrîşên berdewam yên ji Libnan û Sûrîyê jî dide û herwiha êrîşê milîtanên Filîstînî li Kenara Rojava jî dike.

Lê Îsraîlê heta niha ne li Yemenê ne jî li Îraqê bi rengekî fermî çalakîyên tolhildanê ranegihandîye.

Li Yemenê koma Hûsîyan ya girêdayî Îranê mûşek û dronan diavêje Îsraîlê û êrîşê keştîyên li Deryaya Sor dike.

Îsraîlê heta niha li Îranê jî bi fermî ti çalakîyeke leşkerî eşkere nekiriye, ku dijminê wê yê serekî û piştgirê Hamas û Hizbullaha Libnanê ye.

Ji alîyê din ve, artêşa Îsraîlê îro got ku hêzên wê di 24 saetan da zêdetirî êrîş birine ser 100 armancan, ku di nav de cihên leşkerî û tunelên Hamasê û herwiha binesazîyên din yên li Cebelîya û Xan Yunisê jî hene.

Wezareta Saxlemîyê ya Desthilatdarîya Filîstînê jî ragihand ku îro Sêşemê du Filîstînîyên 17 û 31 salî ji alîyê hêzên Îsraîlî ve di êrîşeke ser kampa penaberan ya Fewar, li nêzî bajarê Hebron (Xelîl), hatin kuştin.

Wezareta Filîstînî herwiha dîyar kir ku ji destpêka şerê ligel Îsraîlê ve, herî kêm 20,915 Filîstînî hatine kuştin û 54,918 kesên din jî birîndar bûne.

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG