Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Belgeyên New York Times Û Helwesta Haider Abadî


Rojnama Amerîkî "The New York Times" û malpera "The Intercept" roja Duşemê dan zanîn ku, sedan raport û belgeyên saziya Îstîxbaratî ya Îtîlaatên Îranê eşkere bûne. Piştî ew belge hatine eşkera kirin wan qebarê destxistina Îranê ya nav karên Îraqê zanî ye.

Malpera The Intercept ya elektironî dibêje, kesekî ku nexwestîye navê wî bihê eşkere kirin. Nêzî 700 rûpelên raport û belgeyan hinartine, hemû ji wezareta Îtlaata Îranê hatine wergirtin û yên ku dîroka wan vedigere bo salên 2014 – 2015an û ew belge bi zimanê farisî ne.

Ew belge û raport didin zanîn kanê Îranê çend destê xwe xistîye nav karên navxwe yên Îraqê û çi bandor li ser desthilata wî welatî heye.

Weke Frans Pres dibêje, wî kesî nexwestîye ti dîdarek rojnamevanî encam bide, wî gotîye"tenê ez dixwazim cîhan bizane kanê Îranê çi anîye serê Îraqê".

Raport û belgeyên Îtîlaata Îranê yên ku eşkera bûne, ciyekî berfireh di mediya cîhanî û ya arabî de girtîye.

Wan belgeyan wekir ku serokwezîrê berê yê Îraqê Haider al Abadî bi rêya ofîsa ragihandinê daxûyaniyekê biweşîne û bêje "Em gelek nerihetin dema dibînin, welatek destnîşankirî ku xwe weke dost û cîran dibîne lê saziyên wê yên Îstîxbaratî serwerîya Îraqê binpê dikin".

Abadî herwiha gotîye ew xemgînin ku welatên cîran destê xwe dixin nav karên Îraqê û hewil didin hêza xwe di karên navxwe yên Îraqê de feriz bikin.

Di daxûyanîya Abadî de hatîye ku "Em daxwaza helwestek zelal ji wan welatan dikîn derbarê îdîa û belgeyên ku hatine weşandin".

XS
SM
MD
LG