Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Draghi Dibêje Ew li Afganên ku Revîne Welatên Din Digerin


Afganên ku giheştine Îtalya

Serokwezîrê Îtalya Mario Draghi îro Pêncşemê got ku dîplomatên wan hewil didin ku xwe bigehînin Afganên ku revîne Îran û welatên din yên cîran.

Draghi got ku cîhê şabûnê ye ku gelek Afgan karîbûn birevin welatên din, lê ew dixwazin xwe bigehînin kesên ku bi Îtalya re xebitîne.

Draghi zelal nekir ku hejmara Afganên ku ew li wan digerin çi ye, lê wî da zanîn ku ew statuya penaberîyê didin Afganên ku giheştine Îtalya.

Draghi pesina civata Îtalî da ku derîyên xwe ji wan kesan re vekirine û ew bi germî hembêz kirine.

Berî ku hikûmeta Îtalî di 27’ê Tebaxê de dawî li xebatên veghastina ji Kabulî bîne, nêzî 5,000 Afgan ji Afganistanê derxistibûn.

Hikûmetê ragihandibû ku ew kes Afganên ku bi leşkerîya Îtalî re xebitîbûn û endamên malbatên wan bûn û herwiha kesên ku di bin desthilata Talîbanê de di bin xeterîyê de bin jî hatin derxistin.

XS
SM
MD
LG