Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Tendirusityê: Li Îtalya Yekşemê 298 Kes bi Vîrusa Korona Mirin E


Roma, 27ê Kanûnê, wezareta tendirustî ya Îtlaya ragihand ku roja Yekşemê hejmara miriyên vîrusa korona 298 kes bûne, ev jî ji hejmara rojek berê zêdetire ku 261 kes mir bûn. Lê hejmar pêketiyan daketiîye 8,913 kesan ku roja berî wê 10,407 kes bûn.

Ji dema diyarbûna pandemiyê li Îtlaya heta niha zêdetirî 2 milyon kes bi vîrusa korona ketine, roja Pêncşemê hatbû ragihandin ku Îtlaya di rêza 8an ya welatên cîhanê de ye ku herî zêde korona lê belavbûye û hejmara pêketiyan gihaye 2 milyon û 47 hezar û 696 kesan.

Li gor çavkaniyên Wezareta Tendirustiya Îtalya hejmara têstên hatine kirin daketiye 59879 kesan ku roja berê hejmar 81285 bû.

Li Îtalya ji dema derketina pandemiyê ku 21ê Sibata 2020ê bû, heta niha 71,925 kes bi vîrusa korona mirine.

Hejmara nexweşên COVID-19 tenê îro Yekşemê 23571 kes bûn, ku 259 kes ji roja berê zêdetir pê ketine.

Piştî belavbûna pêla duyan ya vîrusa korona li Îtalya di nîva meha Mijdarê de rojane 1000 haletên pêketinê zêdetir bûn, lê li stationên çavdêriya çir de rojane 100 halet zêdebûne.

Îtalya di nava welatên Ewrupa de welatê yekê ye, yê miriyên COVID-19 û li cîhanê welatê 8an e yê hejmara tûşbûyan.

XS
SM
MD
LG