Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya 24 Mirinên Nû ji yên Koronayê Radigihîne


Hikûmeta Îtalî îro Yekşemê ragihand ku 24 kesên din jiber koronayê mirine û hejmara giştî ya mirinên ji wê vîrusê bû 34,634.

Îtalya di hejmara giştî ya mirinan de, piştî Amerîka, Brezîlya û Brîtanya welatê çaran ya cîhanê ye.

Ajansa Parastina Sîvîlan ya Îtalî ragihand ku ragihand ku do nav 24 seatên dawî de 224 bûyerên nû yên pêketina koronayê hatin tomar kirin.

Ajansa Parastina Sîvîlan ya Îtalî da zanîn ku ku hejmara giştî ya tûşbûnên piştrastkirî 238,499 e ku ew jî rêza hêştan ya herî bilind ya seranser dinê ye.

Ajansê herwiha dîyar kir ku heta niha li Îtalya ya bi nîfûsa 60 mîlyon kesan, 3.042 mîlyon hemwelatî hatine test kirin.

XS
SM
MD
LG