Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya jibo Rakirina Termên Pêketîyên Korona Alîkarî ji Artêşê Dixwaze


Bajarê Napolî li Îtalya
Bajarê Napolî li Îtalya

Hikûmeta Îtalyayê ferman da artêşê ku li bajarekî bakurê welêt termên pêketîyên korona rake, ku ew bajar yek jî navendên belavbûna vîrusa korona ye.

Karûbarên cenaze rakirinê giran bûye û hikûmet amade ye ku tedbîrên girtinê yên awarte li seranserî wî welatî dirêj bike.

Berdevkekê artêşê roja Pêncşemê piştrast kir ku 15 qamyon û 50 leşker hatine şandin da ku terman veguhêzin istanên cîran. Demek berê karbidestên herêmî yên li Bergamo alîkarî xwestibû da ku terman bisojînin, piştî cîhê termsotina wan êdî bêçare mabû.

Îtalyayê roja Çarşemê, di yek roj da, hejmara herî bilind ji mirinên vîrusa korona tomar kiribû jiber ku hejmara mirîyan bi 475an bilind bû û gihîşt nêzîkî 3000 kesan. Tenê li herêma Lombardî zêdetirî 300 mirî hebûn, ku parêzgeha Bergamo, cîhê herî xirab berketî zêdetirî 4000 kes lê hatine dîtin.

Îtalyayê berî welatên din yên Ewrupayê ket nav bizaveke cîhgirtinê lê, jiber ku bûyer zêde dibin, hikûmet pirtir tedbîr digire ku hatûçûya derve, ku niha serbest e, hîn sînordar bike.

Serokwezîr Giuseppe Conte got ku hikûmeta wî dê roja dawî ya li ser gavên awarte yên heyî wekî girtina dibistan û gelek karsazîyan dirêj bike.

Tedbîr niha dihêlin ku piranîya firoşgehan, bi kêmî ve heta 25’ê Adarê, û dibistan jî heta 3’ê Nîsanê girtî bimînin. Conte negot ku heta kengî dê ew tedbîr berdewam bikin.

Karbidest bal dikşînin ku dibe pêwîstî bi tedbîrên tundtir hebe jiber ku gelek kes rêzê ji fermanê nagirin, ji bilî pêdivîyên bingehîn ji malê derdikevin û bi hezaran kes bi berdewamî tûşî nexweşîya korona dibin.

XS
SM
MD
LG