Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya Jiber Gîrobûna Vaksîna Pfizer Û AstraZeneca Dê Gavên Yasayî Biavêje


Dozeke vaksîna Pfizer Inc û AstraZeneca

Wezîrê Derve yê Îtalya Luigi Di Maio îro Yekşemê dîyar kir ku ewê bi sedema derengketina radestkirina vaksîna COVID-19 dijî Pfizer Inc û AstraZeneca gavên dadmendî bavêjin.

Hevdem Wezîr Maio got ku, ew dixwazin peymana bi wan kompanîyan re ya bo peydakirina vaksînan ewle bikin.

"Em dixebitin da ku bernameya plana meya vaksînê neguhere." Maio di televîzyona RAI ya dewletê de got.

Serokwezîrê Îtalya Gitalî Giuseppe Conte jî roja Şemîyê ragihandibû ku derengketina alavên vaksînê nayê qabûl kirin û binpêkirinek cidî ya peymanê ye.

Conte destnîşan kiribû ku Îtalya dê hemî rêkên qanûnî yên heyî bikar bîne.

Pisporên saxlemîyê hîşyariyê didin ku heke pirsgirêkên peydakirina vaksînan berdewam bikin divê Îtalya tevahîya bernameya xwe ya vaksînkirinê jinûve binîrxîne.

Maio ser pirsa sedema ragihandina kêmkirina radestkirinên vaksînan ya kompanîyan got ku ew bawer dike ku wan soza pirtirî şiyana hilberînên xwe danîne,Maio ​ got "Em hemî rêkan diceribînin da ku Komîsyona YE çi ji dest tê bike ku ev kompanî rêzê li peymanên xwe bigirin".

Pfizer got hefteya borî dîyar kiribû ku ew bi demkî dabînkirina vaksînên bo Ewrupa hêdî dike da ku bikare berhemê xwe zêdetir bike.

Karbidestekî payebilind roja Înêyê, ji Reuters re ragihanbû ku AstraZeneca, Yekîtîya Ewrupa agahdar kirîye ku ewê radestkirina vaksîna xwe ya COVID-19 ji YE re ji % 60 bi sedema pirsgirêkên hilberînê kêm bike.

Cîgirê Wezîrê Saxlemîya Îtalya Pierpaolo Sile Yekşemê dazanîn ku kêmkirina vaksînên ku ji hêla du kompanîyan ve têne dabîn kirin ewê vaksînkirina welatîyên temenê wan di ser 80 saliyê de ne, qasî çar hefteyan û ya nifûsa mayî jî bi qasî 6-8 hefteyan dereng bixin, Pierpaolo got "Ev derengîyên bi vî rengî li ser tevahîya Ewrupa û gelek welatên cîhanê bandorê dike. Lê, ez bawer dikim ku derengî dikare di peyvojayê de were serrast kirin."


XS
SM
MD
LG