Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya jiber COVID-19 Rewşa Tengavî Heta Nîsanê Dirêj Dike


Wezîrê Saxlemî yê Îtalya Roberto Speranza îro Çarşemê ragihand ku rewşa awarte ya jibo pêşîgirtina vîrusa korona hatibû danîn, wê heta meha Nîsanê were dirêj kirin.

Rewşa tengavî cara yekê di meha yek, Rebendana 2020an de hatibû ragihandin û li ber bû vî mehî bi dawî bihata.

Rewşa awarte hêzên berfirehrtir dide hikûmeta navbendî û ji karbidestan re hêsantir dike ku di prosesa biryardayînê de lêzûbez be.

Wezareta Saxlamî ya Îtalî ragihand ku heta niha 79,819 mirinên ji COVID-19 hatine tomar kirin ku ew jî li seranser Ewrupa rêjza duyê ya herî bilind e.

Wezaretê herwiha ragihand ku heta niha pirtir ji 2.303 mîlyon pêketinên COVID-19 hatine dîtin.

XS
SM
MD
LG