Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ICJ Ferman Dide Îsraîlê ku Dijî Birçîbûna li Gaza Tedbîran Werbigre


Dadgeha Dadmendîyê ya Navnetewî (ICJ)
Dadgeha Dadmendîyê ya Navnetewî (ICJ)

Dadgeha Dadmendîyê ya Navnetewî (ICJ) îro Pencşemê bi yekdengî ferman da Îsraîlê ku hemû tedbîrên pêwîst û bi cîh bîne, bi armanca peydakirina xwarinên bingehîn bê derengmayînê jibo şênîya Filîstînî li Gaza were piştrast kirin.

Dadgeha Neteweyên Yekbûyî (NY) di biryara xwe ya îro de dîyar kir ku Filîstînîyên li Gaza rûbirûyê şertên jîyanê yên xerabtirin û herwiha xela û birçîbûna li heremê her ku diçe belav dibe.

"Dadgeh çavderîyê dike ku Filîstînîyên li Gaza êdî ne tenê rûbirûyê bi xeterîya birçîbûnê ne (...) Lê, xela jî destpê dike," ICJ di fermana xwe de got.

ICJ ev fermana îro ya tedbîrên nû, hêla Afrîqaya Başûr ve hatin xwestin, wek beşek ji doza wê ya domdar ku Îsraîlê bi jenosîda dewletê ya li Gaza tawanbar dike.

Di meha Rêbendanê de, ICJ, ferman da Îsraîlê ku li gor xalên Peymana Jenosîdê ya NY tevbigere; xwe ji her kiryarekî demûdest dûr bixe û herwiha piştrast bike ku hêzên wê dijî Filîstîniyên li Gaza kiryarên jenosîdî nakin.

Di biryara îro de dadgeha NY tedbîrên meha Rêbendanê yên bo Îsraîlê dubare kir. Herwiha IJC biryar da ku Îsraîl divê jibo peydakirina xizmetên bingehîn bêastengî û alîkarîyên mirovahî ji Filîstîniyan li seranserî Gaza piştrast bike, ku xwarin, av, elektrîk, pêdivî û lênêrîna bijîşkî jî di nav de hene.

Dadgeha li Lahey hevdem dîyar kir ku bi cîh anîna fermanên wê tênê wiha pêkan be; bi vekirina û zêdekirina jimara xalên derbazbûna bejayî ya Gazayê û heta ku hewce be revibirina wan.

ICJ ferman da Îsraîlê ku heya mehekê piştî fermana îro, raporekî pêşkêş dadgeha NY bike û tê de dîyar bike ka biryarên wê çawa bi cîh anîye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG