Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Erkdarkirina Balyozê Xwe Yê Nû Bo Swêdê Radiwestîne


Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Amirabdollahiyan îro Yekşemê ragihand ku Îran bo şermezarkirina şewitandina Quranê li Stockholmê, wê erkdarkirina balyozê nû bo Swêdê rawestîne.

Amirabdollahian îro li ser Twitterê, tevî ku pêvajoya bo erkdarkirina balyozê nû li Swêdê bi dawî bûne jî, jiber ku hikûmeta Swêdê destûr daye sivikayetî û bêrêziya Qurana Pîroz, proseya şandina balyozê Îranê hatiye rawestandin."

Lê, wî eşkere ne kir ku wê Îran heta kengê şandina balyozê xwe bo Swêdê bide sekinandin.

Wezareta derve ya Îranê roja Pêncşemê jî gazî berpirsê karûbarê Swêdê yê li Tehranê kiribû da ku çalakîya dijî pirtûka pîroz ya misilmanan Quranê şermezar bike.

Zilamekî roja Çarşemê, roja yekem a cejna Qurbanê ya Misilmanan, li dervayî mizgefta navendî ya Stockholmê Quran çirand û şewitandibû.

Polîsê swêdî ew kes bi gurkirina dijî komek etnîkî û netewî tawanbar kir.

Li Swêdê ji sala 2020an ve şewitandina Quranê çend caran hatiye rojevê. Di demên berê de li hemberî van şewitandinan ji alîyê polîsan ve asteng hatibûn çêkirin, lê di vê şewitandinê de tê dîyarkirin ku li ber biryara dadgehê polêsan astengî çênekirîye.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG