Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa li Dibistaneke Rûsya de 15 Kuştî Hene



Dîmeneke ji qada êrîşê ya li bajarê Izhevsk, Rûsya, 26 Îlon 2022
Dîmeneke ji qada êrîşê ya li bajarê Izhevsk, Rûsya, 26 Îlon 2022

Karbidestên Rûsî ragihandin îro Duşemê kesekî çekdar êrîş biriye ser dibistanekê li bajarê Izhevsk, ku paytexta Komara Udmurtia ya Rûsya ye û 970 km li rojhilata Moskowê ye.

Di encamê êrîşa ser dibistanê 15 kes hatine kuştin, di nav de 11 zarok jî hene û herwiha 14 jê zarok 21 kes birîndar bûne, ku ev çaremîn êrîşa ser dibistanekê li herêmê ya di 15 mehên borî de ye.

Wezareta Karê Navxweyî ya Rûsya dîyar kir ku êrîş li dijî dibistana nimreya 88’an hate kirin û piştî pêkanîna êrîşê, kesê êrîşkar xwe jî kuştiye.

Komîteya Lêpirsînê ya Rûsya nasnameya êrîşkar wek Artem Kazantsev yê nêzî 30 salî eşkere kir.

Komîteyê da zanîn ku ser cilê ku êrîş lixwe kiribû nîşana Nazîyan (swastika) hebû û ew ser têkiliyên êrîşkar yên bi neo-Nazî yan re disekinîn.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov jî anî ziman ku serokê welêt Vladimir Putin jiber mirinan bi kûrahî xemgîn e.

Peskov êrîş wek kiryareke terorîstî bi nav kir û got ew kes ji alîyê kesekî ku bi awakî eşkere girêdayî rêxistin yan komeke neo-faşîst e.

XS
SM
MD
LG