Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîrê Kuweytê Şêx Sabah el-Ahmed el-Sabah Mir


Medya dewleta Kuweyt ragihand ku mîrê wî welatî Şêx Sabah el-Ahmed el-Sabah îro di 91 salîya xwe de mir.

Sabah, piştî neştergerîyeke li Kuweytê, di meha Tîrmehê de jibo dermankirinê ji Amerîka re hatibû birin, lê dema nexweşîya wî ji bîragiştî re nehatibû eşkere kirin.

Çaverê ye ku zirbirayê Sabah, Şêx Newaf el-Ahmed yê 83 li şûna wî bibe desthilardara Kuweytê.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Saban ji sala 2006an vir ve Kuweytê bi rêve dibir û ji 50 salan vir ve sîyaseta derve ya wî welatî dimeşand.

Şêx Sabah di cîhana Erebî de wek navbeynkarê kêşeyên herêmî dihat zanîn û wî di krîza navbera Saudîyan û hevbendn wan û Qatarîyan de jî roleke karîger lîstibû.

Di bin rêbertîya wî de, Kuweyt herwiha karîbû ku xwe ji şerê navxweyî ya li Sûrîyê dûr bihêle û şûna ku maytêkirina wî şerî bike, Kuweyt mêvandarîya jimareke konferansên alîkarîya mirovahî kiribû.

XS
SM
MD
LG