Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn: Di 30 Rojên Dawî de Mirin ji Korona Çênebûne


Komîsyona Saxlemîya Neteweyî ya Çînê ragihand ku di 30 rojên dawî de ti mirina ji vîrusa korona çênebûye.

Wê komîsyonê herî dawî di 14’ê Nîsanê de mirinên jiber vîrusa korona ragihandibûn.

Li gor daxuyanîya wê komîsyonê, roja Înê li seranserê Çînê bi tenê 4 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê heta niha 4637 kes bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG