Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êzîdî û Şivan Perwer: Reformkirina Ol û Civakê yan jî Aqilê Netewî?


Di 26’ê Berfanbara 2021’ê de li Navenda Kurdî ya Lêkolînan li Bochum li Almanyayê hunermand û stiranbêjê navdar Şivan Perwer beşdarî panelekê dibe jêr navê (Huner û Nasname) tê da rexneyê li civaka Kurdan digire, bi piranî jî ol û civaka , û sedemên ku Kurd heta niha ne xwedî dewleta neteweyî ne, şirove dike.

Di axaftina xwe de, Perwer dibêje ku miletê Kurd ji derve parçekirî ye û bi baweriya wî ola “Êzîdîtîyê di hundir de jî parçe kirine.” Bawerên ‘‘Babeşêx, Mîr û … Kurdan ji hev diqetînin.’’

Perwer pêşniyaza guhertinan dike mîna ku Êzîdî keçên xwe bidin Kurdên Misilman û dibêje ka çima Êzîdî keçên xwe dikûjin

‘‘Guneh e, bihêlin ji hevdu bizewicin, bila bizewicin, ji bo milet ji hevdu hez bike,’’ Perwer di nav axaftina xwe de got.

Bi navê nûjenkirinê, ew sîstema dabeşkirina çînên olî rexne dike û ku çawa “mîr, şêx û pîr serdest in û yên mayî tevde kole ne.” Ew herwisa rexneyê li Êzîdîyan digire ku çima hinek navên wan yên Ereb û Misilaman in.

Gotinên Şivan Perwer li wê panelê bûne cihê nerazîbûna hejmarek mezin ya çalakvanên Êzîdî û hinek ronakbîrên dî yên Kurd. Lê dîsan hejmareka dî, bi taybet li ser Facebookê gotinên xirab û ne hejî arasteyî Şivan û xêzana wî dikin.

Jiber ku ev mijar di medyaya civakî de bû babetek germ û gelek caran ne hez, Dengê Amerîka çend caran peywendî bi birêz Şivan Perwer û alîkarê wî yê medyayê Rohilat kir jibo beşdarî bernameyeke taybet û dîbeyteke aram û hevseng bibe, lê mixabin wî nexwest û razî nebû beşdar bibe.

Bersiva Rewşenbîrên Kurd

Rewşenbîrê devera Badînan Sebrî Silêvaneyî got mirovên mezin dema diaxivin, wan gotina dibêjin ku milet bigehinin hev.

please wait

No media source currently available

0:00 0:10:57 0:00
Direct link

Wî got, ‘‘Şivan Perwer hunermendekî mezin e, navekî dêrîn e di dîroka hunerê Kurdî de û cihê rêzê ye, lê kur û keçên me, çi Êzîdî, çi Misilman û çi Xiristyan, dema bibînin hunermendek diaxive, hemî gereke hişyar bin ka dê çi bibêje… Karê ronakbîr û hunermendê mezin ew e xwe berde nava pirsên gelê xwe. Eger hat û daxuyaniyekê bike yan analîzekê bike, divê bi eqlanî be, dûrî tiştên şexsî, berteng, îdyolojî û berjewendiyan… Ne bes Şivan, em hemî neçar in ku giyanê hevdugirtinê di nav Kurdan de çê bikin. Kulturên me yên cuda hene, ew tiştên bikêrî îro neyên li ser bisekinin û bixwînin, lê nekin alavek bo êrîşkirinê li ser layenekî.’’

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Silêvaneyî got, ‘‘me bivê nevê zimanê me parastiye, kultur û nasnama me parastiye û fermanên bi serê wan hatin xalên reşên dîrokê ne, divê ronakbîr û hunermendên Kurdan vê dîrokê analîze bikin ka çima ew ferman rûda ne.’’

Civakzan Alî Gurdilî bawer dike ku piştî fermana DAIŞ, Êzîdî di qonaxek hestyar re derbaz dibin û dixwazin nasnameya xwe biparêzin, divê her kes li hember wan toleransê nîşan bide. Reforma ji tê xwestin yek e ji hezar û yek pirsên civakî, siyasî û olî yên Kurdan e, wî got.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:15:52 0:00
Direct link

Gurdilî ji Dengê Amerîka re got ku ew ola weke oleke kozmopolîtizmê dinirxîne, çûnkî ‘‘ew qenciya tevahiya cîhanê û tevahiya bawermendên dînên dî yên cuda dixwaze. Ew tevahiya cîhanê weke mala xwe dibîne û esmana weke serbanê xaniyê xwe dibîne. Jibo çanda tevahiya pêkhateyên Kurdistanê jî ramaneke pir buhagiran e, divê mirov hay ji wê ramanê hebe.’’

Gurdilî bawer dike ku zimanê Şivan bikar tîne, ne zimanekî çêker e, ‘‘zimanekî pir tund e, zimanekî şovînîst e. Ne bitenê rê û risman belku tevaya çanda Êzdiyan reş û piçûk dike. Ez bawer nakim ev xizmeta Kurdayetiyê bike, xizmeta netewekariyê bike bi gotina kak Şivan.’’

Mebesta Gurdilî pitir gotina Şivan bû ‘‘Kurd û Kurdistan li Êzîdîyan xwedî dernekevin, xwediyê tune ne – tu li Kurdistanê yî va adetê kevin çima bernadî?’’ Birêz Gurdilî dibêje ‘‘Ti carî zanînên felsefeyî yan helwestê feylesûfekî ne ew e ku zanînên xwe weke darê tirsê, mîna Şivan, li ser însanan bihejîne.’’

Êzdî Xeter in Yan Nasnameya Wan Jêr Metirsiyê Ye?

Nivîskar, felsefezan û çalakvanên Êzîdî Hoşeng Biroka dibêje, bê guman Şivan Perwer hunermendekî Kurd yê navdar û mezin e. Lê mirovên mezin hêviyên mezin ji wan tên kirin. Mixabin "xirecirên" Perwer yên pirrbar e, ku derheqê , ol û bîrûbaweriyên wan de, ne xizmeta "yekîtî", "yekrêzî" û "netewkariya" Kurdan, ne a "reformkirina" dînê , ne jî a azadiyê û hizirkirina azad, dike.

Biroka ji Dengê Amerîka re dibêje ku "helbet rexne û rexnekirin, ne minet û ne jî sunet e, belê mafekî rewa, ê herî pîroze ji mafên mirovan e. Lê a Perwer dike, ji rexnekirinê wêdetir, jiholêrakirin, tunekirin, biçûkkirin û provokekerin e."

Biroka wisa dibîne ku şirove û nerînên Perwer derbarê pirsa Êzîdxan û Kurdistanê, "pirr sakar û serûser in", û gotara wî, li jêr navê "rexnekirinê, tevlîhevyê dike, û bi navê fîlosfiyê jî şêlûbêliyê durist dike."

Biroka: "Perwer bi antî-dîrokê" Dîroka Dixwîne"

Piştî êrîşa rêxistina DAIŞ li ser Şengalê ku piraniya civaka navnetewî wek jenosîd daye nasîn, gelek civakzan bawer dikin ku Êzîdî niha pirtir girêdayî nasnameya xwe ne ji tirsa winda kirina nasnameyê. Ji ber vê yekê ew dibînin ku Êzîdîtî nasname ye pirtir ku baweriya olî be.

Jibo bersiva Şivan Perwer û rexneya wî li tor û adet û sembolên Êzdiyan, Hoşeng Biroka ji Dengê Amerîka re nivîsand û got ku "Êzîdîyatî ji bo Kurd û Kurdistanê, ji dîn wêdetir dinya ye, nîşana herî berz a vê yekê jî zimanê wan e, ku di heman demê de, zimanê Xwedayê wan e. li seranserî 74 fermanên xwe, bi zimanê Xwedê, ku Kurmancî ye, Kurdistan di sînga xwe de veşartin. Dîroka 74 fermanan bi qasî ku dîroka Êzîdxanê ye, hewqasî dîroka Kurdistanê ye jî. Hindoism jibo Hindistanê, Judizm (Cihûtî) jibo Isralelistanê û Islamizm jibo Erebistanê çi be, Êzîdîzm jibo Kurdistanê jî heman tişt e.”

Biroka herwiha got, “Eger Perwer dîrokê bi Kurdî bixwîne, dê teqez vê bibêje: Laliş du caran paytext e: Carekê a XWEDA li Êzîdxanê, a din jî a EZDA li Kurdistanê. Giringiya Vatikan û Papayê wê jibo Cîhana Kristyanî çi be, a Laleşê û Babaşêxê wê jibo "Cîhana bi Kurdî" jî heman tişt e. Kurd û pêkhateyên din yên heman axê, jibo ku bimînin hem xelkên hev, hem jî xelkên Kurdistanên, ne gereke dînên xwe, belê aqilê xwe herweha xwendina xwe bo dinyayê biguherin. Jibo axeke hevbeş û pêkvejiyanê, ne hilweşandina dînan, belê avakirina dinyayê lazim e."

Viyan Dexîl: “Ez Bersiva Vî Kesî Nadim”

Di beşeke gotina xwe da Şivan Perwer rexenyê li sistemê zewacê li cem Êzîdîyan digire û dibêje ‘’ wan sistemek çêkirine, zûlmê li millet dike, miletê Kurd dêşîne’’. JI ber vî sistemê zewac û marekirinê li cem ‘‘Mîr û Şêx serdest in û yên dî hemû kole ne.’’

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:00:38 0:00
Direct link

Perwer xanima navdara Êzdî, endama Perlemanê Îraqê Viyan Dexîl wek nimûne berçav dike û ka çawa ew ji çîna şêxa ye û ‘’zarokên şêxa têra xwe jin anîne’’ û xortek şêx tuneye Viyanê mare bike.

Di bersiva Dengê Amerîka VOA de Viyan Dexîl got, ’ew cewaba vî kesî nade, û mafê wî nîne behsa min bike, û çênabe ew behsa kesekî bike bêyî agahdarî. Esasen, ez bersiva wî jî Nadim.’’

Sebrî Silêvaneyî vê taybetmendiya olî ya Êzdiyan bi kêmasî nizane. Ew dibêje, ‘‘Êzîdxan beşeke ji civaka rojhilatî, mehkumî hinek teqalîda (tor û nerîta) ye, lê ew ne kêmasiya nasnama Êzdiya ne.’’ Hevdam, Alî Gurdilî gotina Perwer bi kêmasî dide naskirin. Wî gote VOA ‘‘Di vê gotina wî de mixabin, şofînizim ek pirr xeter têde ye û heta radeyekê wek nijadperistî ye. Şivan Êzdiyan piçûk dike. Mirov tevaya bîrûbawerên dînekî bi wî awayî piçûk nake. Îro Êzdiyatî şerê man û nemanê dike. Eger heta roja îro Êzdiyatî li ser xwe mabe ew bi saya wê systemê (zewacê) ye. Û ev qedexeya zewacê di civakên dî de jî heye.’’

Hoşeng Biroka jî bawer dike ku banga Perwer ji bo rîforman di civaka Êzdiyan de bi taybet astengên jinînan û mare kirinê de ji derveyî heman civaka olî, xizmeta yekêtiya neteweyî Kurdan nake. Wî ji VOA re nivîsandiye, rêya "yekîtiya neteweyî" li ser asta û dînê wan, bi Kurdî, "ne di dilê Kirîvê re, belê di dilê Lalişê re, derbas dibe." ‘‘Mixabin, ji nasyonalîzma kak Şivan a bi Kurdî bihna faşîzmê tê. Ev faşîzma bi Kurdî, ne tenê bo û pêkhatiyên din yên Kurdistanê, belê bo Kurdan bixwe jî xeter û xetrnakiyek mezin e.’’

Çi Gotar ji Gunermend û Ronakbîran Tê Xwestin?

Piştî reaksyona tund li hember baweriyên wî, Şivan Perwer li roja 14ê Rêbendan a 2022an daxuyaniyek dî a vîdyoyê weşand û tekez kir ku ‘‘min heqareta kesî nekiriye. Min rastî gotiye. Cudahiya ol û mezheban şerm e. Vana Kurd û Kurdistanê par û parçe dikin di destê dijminan de. Xwe biguherin.’’

Rastî jî ew e kes nikare behremendî û dîroka hunerî ya Şivan Perwer ya 50 salan înkar û haşa bike yan jî reş bike. Kurd bi milyonan guhdariya, ne tenê stiran û awaz, belê helwest, nerîn û boçûnên wî jî dikin.

Hoşeng Biroka dibêje, ‘‘Gotina wî gotin e. Lewre, ji Perwer berî her kesekî din tê xwestin, ku gotinan rast bihûne, ne gotinên çep bavêje.’’

Alî Gurdilî got, kesên ku hay ji felsefê hene nefis piçûk in, dilsoz in, hemhestiyar in, ne wek Şivan xelkê ditirsînin.’’

Sebrî Silêvaneyî jî dibêje, ‘‘Ne bes e siyaset, hizib û serdest jî me jêkve dikin. Ma qey rast e ronakbîrî û huner jî bên me jêkveket? Tirsa min ew e sibehî îhtimal e nivîskarek yan rewşenbîrek heman tiştî bike. Bi lêborînê ji hevdû, bi qebûlkirina hevdû, sererayî hemû ciyawaziyan emê bibin hêzek beramber serdestan. Lê em lihev bi hêcet bin û tehrîzê (Provokasyonê) bikin û vî kultura neheziyê belave bikin, ev e tenê dê di xizmeta dijimin û serdestên Kurdan de be.’’

Têbînî; Dengê Amerîka VOA careke din humermendê mezin Şivan Perwer daxwazî paneleke dostane dike jibo ku vê mijarê bi dilfirehî û azadane ligel yek yan du civakzanan gengeşe bike. Em li hêviya bersiveke erênî ji wî ne.

Şîroveyan bibîne (3)

Ev forume hate girtin.
XS
SM
MD
LG