Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şam jiber Krîza Petrolê Washingtonê Tawanbar Dike


Di wê wêneya arşîvê de trombîlên ku li Sûrîyê ketine dora şewitê xwane dibin
Di wê wêneya arşîvê de trombîlên ku li Sûrîyê ketine dora şewitê xwane dibin

Wezîrê petrolê yê Sûrîyê Besam Tomeh îdia kir ku krîza şewit (sotemenî) ku ew niha rûbirû bûne jiber toleyên welatên Rojavayî ne û herwiha jiber ku zevîyên petrolê yên li herêmên rojhilatê ketine destê Amerîka û Kurdan.

Tomeh di televîzyona dewletê de got ku jiber wan her du sedeman giheştina berhemên petrolê dereng ketiye û ew hewil didin ku çavkanîyên heyî bi awayekî zîrekî bi kar bînin.

“Toleyên Amerîkî rê li ber me digirin ku em ji derve pêdivîyên xwe peyda bikin. Herkes dizane ku zevîyên me yên neftê ku pêdivîyên me yên petrolê ji wê derê peyda dibin, niha bin dagirkerîya Amerîkîyan de ne.”

Wî bang li hemwelatîyan kir ku behnfireh bin û soz da ku krîza heyî wê di demeke nêzîk de bi dawî were.

“Şer hîn bi dawî nebûye û şerê aborî jî di asta herî gûr de ye,” Tomeh bi berdewamî got.

Hêjayî balkişandinê ye ku hikûmeta Beşar Esad du paqijgehên neftê (rafînerî) kontrol dike, lê yek ji wan di bin karê çêtirkirin û nûkirinê de ye.

Tomeh got ku rafînerîya Banyas wê do nav 10 rojên din de bigiheje asteke karîgertir û hilberîna şewitê û pêdivîyên din dê % 25 zêdetir bin.

XS
SM
MD
LG