Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şanda Aliyên Îraqê Tê Herêma Kurdistanê


Haider al-Abadi û Muqtada al-Sadr, serokên lîstên herî zêde deng di hilbijartinên 12 Gulanê de bidest xistîn.
Haider al-Abadi û Muqtada al-Sadr, serokên lîstên herî zêde deng di hilbijartinên 12 Gulanê de bidest xistîn.

Şandeke aliyên siyasî yên Îraqî ku pêkhatiye ji lîsta "Sayrûn. Nesir, Hîkme û Wetenîye" bi armanca danûstendinên li gel partiyên Kurdî derbarê avakirina hikûmetek nû li Îraqê hatine Herêma Kurdistanê .

Aliyên Kurd li Herêma Kurdistana Îraqê hêjî xwe zelal nekirîye û di yek deng nînin, duberî di nava Kurdan de heye, jibo kanê ewê çawan bi Bexda re derbarê avakirina hikûmeta çaverê kirî li Îraqê danûstendinan pêk bînin.

Li herêma Kurdistana Îraqê, herdu partiyên sereke Partî Demokartî Kurdistan "PDK" û Yekêtî Niştîmanî Kurdistan "YNK" weke yek fikir dixwazin cûda ji partiyên din danûstendinan li gel aliyên Îraqî encam bidin.

Li aliyê din her çar alîyên Kurd ku weke opozisyona herêma Kurdistanê didin naskirin "Tevgera Goran, Hevpeymaniya jibo Demokratî û Dadweriyê, Komela Îslamî ya Kurdistanê û Yekgirtyûya Îslamî" dixwazin bê PDK û YNK li gel Bexda danûstendinan encam bidin.

Çavdêrên siyasî û şrovekar weha dibînin ku nakokiyên di nava hêzên siyasî yên Kurdî de, dê gelek ziyanê bigehînin berjewendiyên gelê Kurd li Îraqê.

Endamê berê yê parlamena Îraqê Edulhemîd Bavî, weha dibîne ku hatina şanda Îraqê bo herêma Kurdistanê tiştekî başe, jiber ku ev tê wateya Kurdan hêjî senga xwe heye û rolê wan di avakirina hikûmeta nû ya Îraqê de giringe, lê Bavî ji aliyekî din xemgîniya xwe anî ziman ku Kurd di vê qonaxê de di yekgirtî nînin û ev dê ziyanek mezin bigehîne maf û berjewendiyên milletê Kurd û ev jî "şermezariyek mezine" weke Bavî dibêje.

Selam Balayî Report 27 08 2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:58 0:00

XS
SM
MD
LG