Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şanda MSD'ê Ji Şamê Vegeriya Qamîşlo


Arşîv: Civîna Endamên Meclisa Sûriya Demokrat
Arşîv: Civîna Endamên Meclisa Sûriya Demokrat

Şanda di asta bilind de ya Meclisa Sûrya Demokratîk MSD'ê, li Dîmeşqê danûstendinan encam dide, Nûçegihanê Dengê Amerîka li Kobanê, da zanîn ku şanda MSD ya ku du roj bûn li Şamê bû danûnstendin li gel berpirsên rejîma Sûrî encam didan roja Înê vegeriya bajarê Qamîşlo.

Li gor nûçeyên gihane dengê Amerîka danûstendinên pêşî dê derbarê pirsên ewlekarî û siyasî bin, herwiha hatiye zanîn ku di danûstendinan de behsa xizmetgozariyên li herêmên jêr kontrola Kurdan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên kirin.

Medya nezîkî MSD'ê Înê ragihand ku, şanda Meclisa Sûrî li ser daxwaza hikumetê çûye Şamê û niha danûstendinan encam didin.

Nûçegihanê Dengê Amerîka li Kobanê Mahmûd Balî dibêje çavkaniyên taybet tekez kirin ku, şandek ji Meclisa Sûriya Demukratîk gihîşt şamê da ku bi hikumeta Sûriyê re bicive .

Şand bi rêveberiya endama MSD'ê Îlham Ehmed, Hesen Muhemed Alî û Serokê partiya Sûriya Almusteqbel Îbrahîm Alquftan û gelek kesayetiyên siyasî pêk tê.

Wek tê zanîn li rojhilat û bakûrê rojhilatê Sûriyê Hezên Sûriya Democrat ku ji pêkhateyên herêmê yên Kurd, Arab, Kirsityan yên din pê tê gelek herêm ji kontrola DAIŞ'ê rizgar kirine û îdarên xwecihî ava kirine.

Meclisa Sûriya Demokrat weke baskê siyasê yê Hêzên Sûriya Demokrat HSD'ê tê naskirin.

XS
SM
MD
LG