Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeyeke Belcîkî Serdana Têkilîyên Derve ya Rêvebirîya Xweser Kir


Şandeya Belcîkî îro serdana navenda têkilîyên derve ya Rêvebirîya Xweser a Bakûr û Rojhilata Sûrîyê li Qamişlo kir.

Şande ji endamên perlemantoya Corcîyo Delemansah serokê rêxistina qurbanîyên Terorê li Fransa û Belcîkayê Fîlîp û hin rojnamegerin pêk dihat .

Cîgirê hevserokatîya navenda têkilîyên derve Fener Elgiêt û endamên desteyê pêşwazîya şandeyê kir .

Piştî komcivîna girtî herdu alîyan kongirekî rojnamevanî lidarxist .di kongirê de endamê perlemantoya Belcîkî got :

Heya wek vê demê rêveberîya xweser ji alîyê hikûmeta Oropî ve nehatine erêkirin, lê niha lêkolîneke berfireh dibe bi vê armancê , û bi hêvî me ku di demeke pêş de erê bibe .

Li kampa ROJ û HOLê ên ku taybet malbatên çekdarên da,işê ne .hijmareke jin û zarokên himwelatîyên Belcîkî hene .

Rêveberîya xweser doza piştgirîya navnetewî jib o pirojeya dadehkirina endamên da,işê li Bakûrê suriyê dike .

Herwisa doz li civaka navnetewî dike ku zarok u jinên da,işê vegerînin welatên wan. Perlementerê Belcîkî dibêje ku bilyara Hikûmeta wan tenê ji bo vegera zarokan heye .

bilyara Hikûmeta Belcîkî ew ku tenê zarokan vegerînin lê niha rêveberîya Bakûr û rojhilata Suriyayê xwedî pirojeyeke nû ye derbarî dadehkirinê , wek kes ez erênî dinerxînim.

Piştî kongir bi dawî hat, şande berê xwe dane kampa ROJ hêjaye gotinê ku piranîya welatên cîhanê red dikin ku heya wek vê demê hemwelatîyên xwe yên di nav da,işê de vegerînin welatên wan.

Lê tenê zarokan vedgerînin ku berîya niha jî rûsîya , Siwêd .û Feensa hijmarek zarok vegerandin welatên wan.

ZO_02_24_2020_Belçîka
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:11 0:00


XS
SM
MD
LG