Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ehmed Ismaîl: Min Şano ji bo Zarokê di Hindirê Xwe de Nivîsand


Huner bi her awayên xwe xwestiye ku bersiva pirsên mirovan bide û her dem jî ew jê têr nebûye, ji ber wê di dîrokê de gellek cûrên hunerê hene û her yek ji wan bi awayekî taybet bûye zimanê derbirîniya mirovan û rengê şehristaniya wan diyar da ye.

Şano yek ji wan beşê hunerê ye ku ji destpêka şehristaniyê ve ew hatiyê afirandin û bûye cihê giftûgoyên feylsûf û ronkabîrên ta roja îro.

Kurdan jî wekû miletên din xwestine ku şanoya xwe bidin pêş, lê belê rewşa wan ya siyasî rê li ber wan girt û derftên baş nebûn ku ew şanoya xwe li pêşxin. tenê ma di şahiyên newrozan de û li cihên veşartî bi bê dengê hino hino xwe çêkiriye.

Nivîskarê şano Ehmed Ismaîl Ismaîl, yek ji wan nivîskarên şano ye ku bi zimanê Erebî şanoya kurdî nivîsand û di salên 90an de wî pirtûkek derxist bi navê ( Şanoya me ya em hêvî dikin) ku tê hin rexne û pirsên xwe anî ziman, bê çawa şano bibe beşek ji çand û hunera kurdî li Sûriyê.

Ehmed di sala 1961ê li Qamişlo ji dayik bûye.

Li dîbistanên seretayî li Qamişlo mamoste bû.

Ehmed ta 20 saliya xwe nizanî bû bi kurdî biaxive ji ber ku ew li ber destê dayika xwe ya Erebaxêv mezin bû piştî mirana bavê wî di zaroktiya wî de.

Lê komkujiya Helebça di sala 1988an de, wî hişyar kir û berê wî da kurdîtiya wî.

Bi dehan şano ji zarokan re nivîsand û hinek ji wan xelatên mezin li ser asta welatên Ereban wergirtine.

Ji berhmên wî :

Dema Şemdîno distirê

Dîlan Evîndar.

Bixêr bê Ciha..Bibûrîne Mem û Zîn

Şeva Qurbaniyn/ berhema wî ya dawî bû

Ji bilê wan bi dehan şanoyên zarokan nivîsandiye li kêleka gotar û kurte çîrok jî.

Nuha li Elmaniya dijî û hîna jî nivîsandinê berdewam dike û bi hêvî ye ku şanoya kurdî têkeve astek baştir û li cihê xwe di nav civat û çandê de bigire.

please wait

No media source currently available

0:00 0:24:40 0:00


XS
SM
MD
LG