Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alan Ciwan: Şano Bû Zimanê Pênasîn û Derbirîniya Min


"Di zaroktiya xwe de zimanê min baş ne digeriya, û mamostayên min digotin ku belkê ez lal bim, ji ber vê sedemê min ji şano hezkir û ew bû zimanê min û xwe pê da nasîn."

Wisa şanoger Alan pêwendiya xwe bi şano û hunera lîstkvaniyê re anî ziman.

Alan Ciwan di sala 1990'î de li Batmanê jidayik bû.

Di dîbistana seretayî de dest bi lîstikvaniya şano kir.

Li Batmanê tevlî xebatên şanogeriyê bû û hino hino xwe da nasîn wekû lîstekvanekî zîrek li ser dika şanoyê.

Di sala 2009'an de çû Stenbolê û dest bi xebatên xwe yên hunerî kir lê vê carê bi zimanê xwe yê zikmakî -Kurmancî-.

Bi lîstika bi navê “Di Tuwaletê De” çendîn xelatên girîng wergirt, ku ev yekem car bû bi lîstikeke Kurdî xelatek wisa hate wergirtin.

Ciwan ji bilî şanoyê bi salan mijûlî xebatên dublajê bi kurdî bû.

Di sala 2017'an de jî pêşkêşkariya werzê yekem yê Kurd Idol kir.

Ji sala 2016'an ve li Berlînê dijî û li wir xebatên xwe yên huneî berdewa dike.

Her wiha jî Alan beşdarî çend filimên sînema bûye û hîna jî li ser karê sînema dixebite.

Xelat

Lîstikvanê Salê-Yekitiya Rexnegirên Şanoyê

Hunermendê Herî Serkeftî yê Nifşê Ciwan- Xelatên Afîfe Jale

Lîstikvanê Ciwan yê Hêvîbexş- Xelatên Şanoyê yên Sadrî Alişik

please wait

No media source currently available

0:00 0:26:39 0:00

XS
SM
MD
LG