Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Festîvala Şanoya Kurdî li Wanê


Komîta Rêveberîya festîvala Şanoyê li Wanê
Komîta Rêveberîya festîvala Şanoyê li Wanê

Li Wanê îsal Mîhrîcana Şanoyê ya duyan bi dirûşma "Li ser sehnê ya heqîqetê tu jî replîka xwe bêje” dê di navbera 10 û 20’ê Cotmehê de pêk bihê.

Mîhrîcan jî alîyê Şanoya Mencelê ve tê amade kirin û di nava 10 rojan de lîstikên şanoyê yên bi Kurdî (Kurmancî û Soranî) û Tirkî, dê bên nîşandan. Herwiha di çarçoveya mîhrîcanê de liser şanoya Kurdî jî dê semînerek bihê lidarxistin.

Komîteya Mîhrîcanê di salona Şanoya Mencelê de, bi prês konferansekê bernameya xwe eşkere kir.

Liser navê komîteyê lîstîkvan Perînaz Delazî got ku komên lîstîkan dê ji bajarên Kurdan ên Îran, Tîrkîye û Îraqê tevlî mîhrîcanê bibin.

"Emê mîhrîcana xwe ya duyan îsal lidarbixin. Dê ji welatên cur be cur komên şanoyê yên amator û profesyonel tevlî mîhrîcanê bibin. 12 kom dê lîstikên xwe pêşkeş bikin. Di nava lîstikan de jibo zarokan û jinan jî lîstik hene. Emê li bajarokên Wanê jî lîstikên xwe bidin nîşandan. Sed sal berî niha lîstika ‘Memê Alan’ ji alîyê Abdulrahîm Hakkarî ve hatibû nivîsandin. Ew têkista şanoyê di dîroka şanoya Kurdî de weke têkista yekan tê qebûl kirin. Îsal mîhrîcana me jî rastî salvegera vê lîstikê hatîye. Ji ber wê bo me ev mihrîcan cihek cuda digire".

Raporta Arif Aslan 25 09 2019 Wan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:13 0:00


XS
SM
MD
LG