Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevşaredara HDP'ê Bersiva Îdîayên Wezîrê Navxweyî Yê Tirkîyê Dide


Hevşaredara Serayê Cazîye Duman
Hevşaredara Serayê Cazîye Duman

Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu, îdîa kiribû ku Hevşaredara Bajarokê Seraya Wanê Cazîye Dûman li ser fermana Hevserokê Koma Civakên Kurdistan (KCK) Cemîl Bayik, pere ji “Rêxistinê” re şandîye. Wezîr Soylu, di vê derbarê de angaştibû ku wan testpît kirîye, bi fatûrayên sexte ji rêxistinê re, nêzî 900 Hezar Lîra pere hatîye şandin.

Hevşaredara Serayê Cazîye Duman ku têkildarî rewşê, bi me re hin nirxandin parve kir, îdîayên hatine bilêv kirin, bi zimanek teqez red kir.

“Ev îdîa ne rastin. Hemû fatûre li cem me ne. Tiştên têne gotin di îdîanameya min de jî cih nagirin. Jiber dozên me yên salên berê em hatin desteser kirin. Tu tişt di vê derbarê de ji me nehate pirsîn. Tu hesab nîne ku em nikarin bidin. Hemû xebatên me di çarçoveya hiqûqê de hatine meşandin.”

Hêjayî gotinê ye ku di 1ê Mijdarê de Hevşaredara Sereyê Cazîye Dûman tevî 15 jinan hatibû desteser kirin û piştre jî serbest hatibû berdan. Dema hêj darizandina Dumanê destpê ne kirî, di 2ê Mijdarê de Wezareta Karên Navxweyî li şûna wê Qeymeqamê bajarokê Mehmet Halîs Aydin, wekî qeyûm dîyar kiribû.

Raporta Arif Aslan - Wan 27 11 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:10 0:00


XS
SM
MD
LG