Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şaxewan Abdullah: Têkilîyên Bexda Û Hewlêrê Baş in, Lê Dadgeha Federal Pirsgirêkan Derdixîne


Şaxewan Abdullah, cîgirê duyê yê serokê parlemena Îraqê
Şaxewan Abdullah, cîgirê duyê yê serokê parlemena Îraqê

Parlemantoya Îraqê roja 9'ê meha Çileyê ya îsal rûniştina xwe ya yekê pêk anî, tê de serokatîya parlemenê hat hilbijartin, serokê Parlemenê, Muhamed Helbûsî ji pêkhateya Sunî û hevpeymanîya Siyade (Serwerî), Hakim Al Zamilî ji Rewta El Sedr cîgirê yekê yê serok û Şaxewan Abdullah ji pêkhateya Kurd û lîsta PDK'ê cîgirê duyê yê Serokê Parlemanê hatin hilbijartin.

Di serdana xwe ya yekê ya derveyî welat de, Şaxewan Abdullah li konferansa Netewên Yekbûyî (NY) ya du rojî de li New York amade bû.

Birêz Şaxewan Abdullah dema ku hate Washington û serdana balyozxaneya Îraqê û nûneratîya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, wî bersiva pirsên Dengê Amerîka dan yên derbarê armanca serdana wî ya New York û armancên konferansa NY û herwiha pirsên derbarê alozî û nakokîyên niha li Îraqê dom dikin.

Birêz Abdullah li dor armanca serdana xwe ya New York got, civîna salane ya parlementarên cîhanî li bingeha Netewên Yekbûyî tê encam dan, di du salên derbazbûyî de jiber pandemîyê civîn pêk nehatin, ev sala yekê ye ku civîn rû bi rû tê encamdan.

Şaxewan got ku Îraqê amadebûnek baş di wê civînê de hebû, "her çende ku di dema serdana me de hin nakokî û aloziyên siyasî li Îraqê dom dikin lê bi başî hat zanîn ku beşdarî wê civînê bibin."

Li dor têkilîyên di navbera hikûmeta Hewlêr û Bexda de li qonaxa niha, Cîgirê Serokê Parlemanê got, têkiliyên her du hikûmetan di baş in, lê yê ku "Pirsgirêkan çê dike mehkema fedral e, ne ku hikûmeta fedral," ji ber ku dadgeha federal ya Îraqê hin biryar dan, ew biryar ne destûrî bûn bi taybet biryara dûrxistina Hoşyar Zêbarî ji berbijariya serkomariyê û biryara neft û gazan ya herêma Kurdistanê ku dadgeh dibêje, ne li gor destûrê ye.

Şaxewan Abdullah dide zanîn ku ew biryarên dadgeha federal standine, biryarên siyasî ne, ne qanûnî û destûrî, ji ber ku di demeke taybet de ew biryar hatin standin ji ber wê yekê "Biryarên dadgeha federal siyasî ne."

Derbarê pirsa tenê dadgeha federal maf heye madeyên destûrî şirove bike, Şaxewan Abdullah got, biryareke dadgehê ya dozek berî 10 salan bû, ya sala 2012'an bû çima wan ewqas paş xist û di vê demê de biryara xwe da, dêmek ev meselek siyasî ye, weke Abdullah dibêje.

Derbarê pirsa nakokiyên di nava PDK û YNK de, çi rol di wan biryaran û bêhêziya aliyê kurd de heye li Bexda, Şaxewan Abdullah nexwest ji aliyê siyasî ve bersivê bide, lê wî got "Belê.. Divê Kurd li Bexda yekdeng bin, yek helwest hebe, yekrêzî û yekdengîya Kurdan dikare gelek tiştan ji bo Kurdan misoger bike."

Derbarê çarenivîsa hevpeymanîya sêqolî ya di navbera Helbûsî (Sunî), Sedr (Şî'î ) û PDK (Kurd) de nakeve xeterê dema ku serokomarî nebe para PDKê?

Şaxewan Abdullha got, hilbijartina serokatiya parlemenê ji encama hevpeymaniyek siyasî pêkhatîye, ew hevpeymanî dom dike û bo paşerojê jî dê her berdewam bibe û hêvî xwestin ku ew hevpeymanî berfireh tir bibe û xelkek din jî bikeve di wê hevpeymaniyê de.

Derbarê plan û çareseriyên parlemenê bo pirsgirêkên hilawîstî yên weke mada 140 û gîrobûna ava kirina hikûmetê û ew astengiyên li hemberî parlemena nû hene. Cîgirê serokê parlemena Îraqê Şaxewan Abdullah got, me plan hene bo çareser kirina wan pirsgirêkan komîta madê 140 li encûmena serokwezîran amadeye û budce û mûçeyên xwe hene parlemen jî dê alîkar be ku derdanên wê komîtê berdewam bibin û me plan heye komîteke demkî ava bikîn û pirsgirêkên ku hatine paşxistin di demek zûr de kar li ser bikîn û cîbicî bibin.

Hevpeyvîn li gel Şaxewan Abdullah
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:18 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG