Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Navdar yê Brezîlîyên Resen Şef Yawalapiti ji COVID-19 Mir


Şef Yawalapiti dema ji nexweşxanê re tê rakirin
Şef Yawalapiti dema ji nexweşxanê re tê rakirin

Rêxistina APIB ya gelên resen yên Brezîlya, îro Çarşemê ragihand ku yek jî rêberên herî bi bandor yê welatî Şef Aritana Yawalapiti îro ji nexweşîya COVID-19 jîyana xwe hinda kir.

Aritana yê 71 salî du hefte berê nexweş li herêma Mato Grosso ya rojabavê Brezîlya ketibû û piştî rêwîtîyeke xeter ya 9 seatan ji nexweşxaneyeke li Goiânia hatibû rakirin.

Malbata wî ragihandi ku ew jiber kêmahîya oksîjenê û karnekirina sipilkê li beşa çavdêrîya krîtîk jîyana xwe ji dest da.

APIB, ku rêxistina herî mezin ya Brezîlîyên resen e, da zanîn ku heta niha 631 mirovên xwecîhî û resen ji nexweşîya COVID-19 jîyanên xwe hinda kirine û bi giştî 22,325 pêketinên piştrastkirî yên korona hatine tomar kirin.

XS
SM
MD
LG