Kêmkirin û nehêlana gendelîyê li Îraqê û Herêma Kurdistanê yek ji armancên UNDP û Yekîtîya Ewrupa ye li Îraqê. Lewran ligel rêkxistîyên NGO dest bi projeyeke 4 sal û nîv kirine li seranserî Îraqê di hemî warên gendelîyêvda û dîyarkirina rola ragihandin û rêkxistîyên sivîl jibo kêmkirina vê dîyardeyê.
Rekxistîya Derya jibo geşedana jin û civakî digel rêkxistîya Elind jibo demokratkirina gencan ev proje li Duhokê cîbicî dikin.
Vê carê digel ragihandinê bo kanî wê çawa ragihandin bibe alîkar jibo kêmkirina dîyardeya gendelîyê li Îraqê
Amadebûyan dîyar kir ku ta niha bi rengekî pêdivî ragihandinê bo kêmkirina gendelîyê li demûdezgehên hikûmî rola xwe nelistîye.
“Ragihandin babeta gendelîyê diazrîne, lê dîfçûnê bo nakin û dokumantaran li ser çênakin,” Ehmed Zawîtî, rêvebire giştî yê K24 ji Dengê Amerîka re got.
“Dîyar e li dûf wan dirasatên me kirîn cîhê daxê ye. Gendelî ji yek çavkanîyê belav nabe belku vê nexweşîyê hemî civakê vegirtîye, berpirsê peywendîyan li rêkxistîyên ne hikûmî li destpakîyê, Darewan Nûredin got.
Amadebûyan dîyar kirk u nebûna şefafîyetê li sazîyên hikûmetê li Îraqê û Herêma Kurdistanê û mehsûbîyet û hizbayetî yek ji egeran e ku gendelî berbelav bibe.
Hêjayî gotinê ye ku ev projeya bi alîkarîya Yekîtîya Ewrupa wê bo mawê 4 sal û nîva berdewam be.