Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuştina Sivîlên Derbider Yên ji Efrînê di Topbarana Tirkî De


Qurbaniyên Topbaran Tirkiyê li Herêma Şehba-Efrîn

Qurbanîyên topbarana artêşa Tirk ku doh Şemiyê bajarokê Til Rifaat kirbû armanc, bi merasîmekê hatin oxir kirin.

Bi hezaran gelê herêma Şehba û derbiderên Efrînê tevlî merasîmê bûn û êrîşa ku di encamê de sivîl bûbûn qurbanî, şermezar kirin.

Ew êrîş ji bingeha leşkerî ya Tirkîyê ku nêzîk bajarê Ezazê ye pêk hatibû, ku 3 top li nava bajarokê Til Rifet ketibûn.

Li gor jêderên tenduristîyê ji dengê Amerîka re ragihandin ye, ji ber topbaranê 3 kesan, 2 zarok û jinekê jîyana xwe ji dest dan, herwiha 13 kesên din jî birîndar bûn, ku piranîya wan Efrnîyên ji warê xwe hatine koçber kirin bûn.

Her di vê çarçovayê de, artêşa Tirk di seatên şevê de car din deverên Minix, Bêlûnîyê û Eyn Deqnê topbaran kirin.

Ev topbaran di demkê de ye, ku tevî hebûna hêzên Rûsî û yên rejîma Sûrî li Herêma Şehba hene, lê dîsan li vê deverê ku derbiderên Efrînî lê bicih bûne, bi berdewamî ji alîyê Tirkîyê ve armanc tên girtin.

Girêdayî bûyerê Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrî yê daxuyanîyek da, tê de topbaran şermezar kir, û weke binpêkirina hemû zagonên navneteweyî bi nav kir.

Rêvebirîya Xweser xwest ku welatên xwedî biryar nemaze Rûsya û Amerîkê li hember êrîşan bibin xwedî helwest û bendekî ji kiryarên Tirkîyê re deynin, ku berdewamîya van kiryaran hemû herêmê aloztir dike û dixe metisrîyê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:53 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG