Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salvegera Çaran ya Komkujîya Êzidiyan


Jinên Êzidî

Sala 2014an weke Îroj 3î Tebaxê, çekdarên radîkal yên rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê DAIŞ'ê , êrîşî bajarê Şengal û gundewarên wê kir, ku piraniya xwecihên herêmê ji civaka Kurdên Êzidî ne.

Di êrîşê de, hezaran kes ji zilam, Jin û Zarokan hatin kuştin û revandin, hezaran keç û jin hatin sebî kirin û weke koleyên seksî bikar anîn.

Bûyer weke qetlîama li dij civaka êzidî hat naskirin, wezareta derve ya Amerîka bûyer weke Jênosîda li dij kemaniyên herêmê û civaka Êzidî da naskirin.

Piştî derbazbûna 4 salan Rêvebirya Karûbarên Êzidiyan ya wezareta Ewqaf û Pirsên Olî di hikûmeta Herêma Kurdistanê de, hejmara qorbaniyên komkujiyê roja 1î Tebaxê bi şêweke fermî ragihandin.

Weke Rêvebirî dibêje, hejmara welatiyên Êzidî li Îraqê bi giştî 550000 kesin, ji wana 360000 kes ji sedema êrîşên çekdarên DAIŞ'ê yên tûndrê koçber û derbider bûne.

Roja yekê ji komkujîya li Şengal û derwrûberên wê 1293 kes bi destên terorîstên DAIŞ'ê hatine kuştin, 1759 law û keç êtîm û sêwî mane, dayik û bavên 220 zarokan heta niha di nava destên DAIŞê de mane û çarenivîsa wan nayê zanîn.

Heta niha 69 gurên komî hatin dîtin, 68 mezargehên Êzidîyan û ciyên pîroz hatine têkdan û wêran kirin, ji dema komkujiyê heta niha nêzî 100 hezar kes koçberî welatên biyanî bûne.

Di bûyera komkujîya Şengalê û Deşta Mûsil de, 6417 kes hatbûn revandin, ji wan 3548 keç û jin bûn, 2869 zarok û zilam bûn, heya niha 3315 kes ji destên DAIŞ'ê hatine rizgar kirin, ji wana 1155 jin û keç, 337 zilam, 953 zarokên regezê mê û 870 zarokên regezê nêr.

Kesên heta niha di nav destên DAIŞ'ê de mane, 3102 kesin, 1440 regezê mê û 1662 regezê nêr in, ev hejmar û statîstîk ji aliyê Rêveberîya Giştî ya Êzidiyan di hikûmeta herêma Kurdistnaê de hatin weşandin.

Li bîranîna Çarê ya komkujîya Şengalê û herêmên dewrûber, rojnama Îsrailî "The Jerusalem Post" di hejmara xwe ya elektronî ya 03î Tebaxa 2018an dibêje, di mediya civakî de, çalakiyên pirengî tên encam dan, bi rêya Facebook û Twiterê post û peyamên taybet ser qetlîamê tên weşandin.

Herweha rojnamevanê Êzidî Berekat Îsa ku yek ji şahidên bûyer bû, ew û malbata xwe ji qorbaniyên êrîşa DAIŞê ya ser Şengalê bûn dibêje"Çekdarên DAIŞ'ê şiyan bi planeke leşkerî ya darêtî û ji pir aliyan de êrişî civaka Êzidî bikin li Şengal û herêmên dewrûber, pêşî hin ciyên weke Telazîz girtin, şûn de, bi sanahî şiyan Girzirtek û Sîpa Şêxidir kontrol bikin bê kû berxwedanek hebe yan guleyek li dij wan bihê teqandin".

Li piraniya bajarên herêmê û Cîhanê bîranîna Çaran ya qetlîama Şengalê bi çalakiyên hemreng tê bîranîn, li bajarê Hewlêr, Duhok, Bexda, Berlin û gelek cihên din bi çalakiyên cûda qetlîam tê bîranîn û şeremezar kirin.

XS
SM
MD
LG