Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOH: Miriyên Şerê Sûriyê di Digihîje 387,000 Kesan


Sûrya
Sûrya

BEYRÛT- Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirov SOHR, roja Çarşemê ragihand ku hejmara giştî ya miriyên ji encama şerê navxwe yê 10 salan li Sûriyê gihaye 387,000 ku îsal hejmara herî kêm ya miriyan bû.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan SOHR, ku xwe dispêre toreke fireh ji çavkaniyên di nava Sûriyê de, got ku ji hejmara miriyan nêzî 117,000 sivîl in, di nava wan de pirtir ji 22,000 zarok hene.

Hejmara miriyên şer ku berê SOHR di Çile de dabû weşandin ji 380,000 kesan zêdetir bû.

Şerê ku di sala 2011an de piştî zordestiya hovane ya xwepêşandanên dijî-hikûmetê derket, îsal bi piranî kêm bû wek agirbestek li bakurê rojavayê Sûriyê û derketina pandemiya virusa korona.

Hejmara herî dawî di nav miriyên şer de zêdeyî 130.500 şervanên alîgirên hikûmetê ne, di nava wan de çekdarên biyanî. Zêdetirî nîvê hêzên çekdar yên hatine kuştin leşkerên Sûrî bûn, lê 1,703 ji koma Shiîa ya Hizbullaha Lubnanê ne, ku endamên wê ji sala 2013 ve li Sûrîyê şer dikin.

Di pevçûnan de zêdeyî 57,000 şervanên serhildêr ên ne cîhadî jiyana xwe ji dest dane. Di heman demê de zêdetirî 67,500 çekdarên cîhadî hatine kuştin, bi taybet endamên Dewleta Îslamî DAIŞê û Hayat Tahrir al-Şam (HTS)ê bûn, ku komeke cîhadî ye ku berê beşek bûn ji rêxistina El-Qaîde li Sûriyê.

Zêdetir ji 12.500 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê ku Kurd pêşengiya wan dike di şerên li dijî DAIŞê hêzên Tirkiyê de hatine kuştin.

Di hejmarên Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirov SOHR de 88,000 kesên mirî cih nagirin ku dibêjin, di girtîgehên hikûmeta Sûrî der ji ber îşkenceyê mirine, herwiha bi hezaran kes di pevçûnan de hinda bûne û çarenivîsa wan nayê zanîn.

Piştî piştgiriya Rûsya û Îranê bo hikûmeta Sûrî ji sala 2015ê vir ve arasteya şer hatiye guhertin û niha hikûmeta Sûrî kontrola 2/3 yeka welat kontrol dike.

Herêmê ku derveyî kontrola hêzên Sûrî mane, devera serhildêrên vê dawiyê li Îdlibê ya li bakurê rojava dimînin, deverên ku di bin destê Tirkiyeyê de ne li ser tixûbê bakur, û deverên bakurê rojhilata welêt ku di destê hêzên kurd yên ku Amerîka piştgîriya wan dike hene.

Şerê li Sûriyê bûye sedem ku nîva rûniştvanên Sûriyê koçber bibin û ji malên xwe birevin.

Li gorî Netewên Yekbûyî nêzî 6.7 milyon Sûrî di nava welat de koçber bûne û 5,5 mîlyon li derveyî welat wekî penaber hatine tomar kirin.

XS
SM
MD
LG