Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerwan Derwîş Rewşa Minbicê Dinirxîne


Bajarê Minbicê
Bajarê Minbicê

Di çend rojên dawî de Li herêma Minbicê xwepêşandan ji alîyê xelkê herêmê ve hatin li darxistin ku tê de betalkirina erka xweparastinê û başkirina xizmetkarîyê ji rêvebirîya herêmê jî hebûn.

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ji Dengê Amerîka re got ku daxwazên gel jibo başkirina rewşa jîyanê rewa ne û ew ji mafê wan e.

“Hin alî daxwazên gel xelkê bi kar anîn da ku alozîyan li herêmê çêkin û ew jî tiştekî nayê qebûl kirin. Dibe herkes ji pîlanên dijî Rêvebirîya Xweser hişyar be.”

Şervan Derwîş
Şervan Derwîş

Li gor Derwîş rejîma Sûrîyê bi rêya hin kesên girêdayî wê dixaze tim herêm di alozîyê de bijî, taybetî piştî ku Rêvebirîya Xweser nehîşt ku hilbijartinên saroktîya Sûrî li herêmên bin kontrola HSD’ê de werin darxistin, jibo wê rejîm dixaze ku zehmetîyên gel yên jîyanî wek propaganda ji xwe re bi kar bîne.

“Em hewil didin ku re li ber nakokîyan bigirin loma jî me û Rêvebirîya Xweser li Minbicê bi serok eşîrên xwecîhî civînek li dar xist û tê de daxazên gel gotbêj kirin. Piştî wan civînan rewş niha ber bi aramîyê diçe.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di sala 2016’an de bi alîkarîya hevpeymanîya navdewletî operasyoneke mezin li dar xistibû û Minbic ji DAIŞê rizgar kiribû û ji wê demê heta niha ew di bin kontrola Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê de ye.

MB_6_7_2021_Rewşa Minbicê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:48 0:00

XS
SM
MD
LG