Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şewata Rûsyayê li Herêmên Navendî Berfirehtir Dibe


Dîmenek ji şewata Rûsya (Arşîv)
Dîmenek ji şewata Rûsya (Arşîv)

Wezareta rewşa awarte ya Rûsyayê ragihand ku îro şewata 'mezin' ku jiber pêleke germê ya ne asayî derketiye li herêmên navendî yên welêt belav dibe.

Vê havînê şewata daristanan yên jiber guherîna jingehê herema Sîberyayê wêran kiribû.

Karbidestên wezaretê dîyar kir ku şewat li Mordovia ya başûrê rojhilata Moskowê, pir mezin bûye û tîmên agirkujîyê neçar mane ku ji cîhê agirê dûr kevin.

Hevdem, tîmên agirkujîyê li herêma Uralê ya Sverdlovsk jibo vemirandina 15 şewatên daristanan jî xebatên xwe didomînin.

Herema ku li ser sînorê Ewrupa û Asyayê ye, jiber pêla germ bi "xeterîya şewatên mezin" rûbirû ma.

Karbidestên li herêmên ku zararên girîng dîtine jibo çavkanî û piştgirîya aborî bang li Moskowê dikin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro jibo parastina daristanên welêt soza bi sedan mîlyon dolaran da.

Putin got ku divê gel ji şewatên wêranker yên nedîtî dersa xwe bigire ku piranîya heremên Sîbîryayê dorpeç kirine.

XS
SM
MD
LG