Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîhan jibo Vemirandina Şewatên Berdewam Alîkarîya Tirkîyê Dike


2 Balafirên agirvemirandinê yên ji Îspanya û yek jî ji Xirvatîstanê îro Sêşemê giheştin Tirkîyê da ku tevlî xebatên vemirandina şewatên li heremên başûrê welêt ev 7 rojên ku didomin, bibin.

Hevdem tîmên agirkujîyên ji Rûsya,Îran, Ukranya û Azerbaycanê jî îro tevlî tîmên Tirkîyê b ûn ku alîkarîya xebatan bikin.

Tirkîyê jibo rewşa xeter ya jiber şewatan ji Ewrupayê piştgirî xwestibû .

Partîyên opozîsyonê Serok Tayyîp Erdogan û hikûmeta wî rexne dikin jiber ku di nava salan de çavkanîyên vemirandina şewatan yên welat kêm kirine.

Bi hezaran kes jî li ser medyaya civakî bang li Erdogan kirin ku dev ji desthilatê berde, û gelek kesên din jî kêmbûna çavkanîyan û amadekarîyên ne rekûpêk bi tundî rexne kirin.

Lê, hikûmeta Erdogan wan rexneyan qabûl nake û hin pêşnîyarên alîkarîyê yên navneteweyî red kir.

Wezîrê Dervê yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku Tirkîyê gelek pêşnîyar nirxandîye û alîkarîya bo balafir û helîkopteran wek pêwîstîyên awarte yên pêşî qebûl kiriye.

Çavuşoglu destnîşan kir ku tevî Fransa û Yunanîstan, hin welatan bi sedema pêwîstî û şewatên xwe,pêşnî yarên xwe betal kirine.

Wezareta Karên Dervê ya Îsraîlê got ku wan bi karbidestên Tirkîyê li ser rewşê axifîne, lê ji wan re hatiye gotin ku Tirkîyê ne hewceyê alîkarîyê ye.

Pêzanînên Sazîya Xizmetên Agahdarîya Şewatên Daristanê ya Ewrupa ragihand ku îsal sê caran ji ya berê zêdetir şewat çêbûye û li Tirkîyê zêdeyî 136.000 hektar daristan şewitiye ku ev sê qat pirtirî heremên navengî ya di nav salekê de, dişewiti ye.

Li Tirkîyê, di dema 156 şewatên daristanî yên ku di hefteya borî de destpekiribûn de, heya niha 7 kes jîyanên xwe ji dest dane.

Her wiha, Wezîrê Turîzmê Mehmet Ersoy da zanîn ku ji roja Çarşemê vir ve, bi hezaran kes ji malên xwe hatine rizgar kirin û hin turîst ji otêlên xwe bi keştî yan bi pêyan revîyanin, her çend wezîr got ku ew di nav çend demjimêran de vegerîyane jî.

Karbidestên Tirk destnîşan kirin ku hîn 9 şewatên li welêt berdewam dikin û jiber bayên xurt, germahiya li jorî 40 dereceyan û barana kêm gur bûnin.


XS
SM
MD
LG