Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Şewatên Daristanan li Jimareke Herêman Didomin


Dîmenek ji xebat ên vemirandina şewatên li Tirkîyê
Dîmenek ji xebat ên vemirandina şewatên li Tirkîyê

Li Tirkîyê şewata daristanan ku di 28’ê Tîrmehê, li heremên beravên destpêkiribûn, îro Duşemê berdewam dike.

Karbidestan îro dîyar kirin ku zêdeyî 100 şewatên ku di nava 5 rojên dawî de li Tirkîyêyê derketine, hatine vemirandin.

Lê, wezîrê çandinî û daristanê Bekir Pakdemirli îro ragihand ku li Antalya, Muğla, Isparta û Denîzliyê li 9 hereman şewat didomin ûherwiha bi sedema xeterîya jîyanî hin heremên rûniştvanî û otel hatine vala kirin.

Dîmenên ji herema betlaneya navdar Bodrumê nîşan dane ku li heremê pêtên agir belav dibûn û dûman esman ragirtibû û her wiha komek turîst û karmendên otelekî, bi keştiyê hatine rizgar kirin.

Pakdemirli got ku şewata li herêmê danê sibehê roja Yekşemê hatiye vemirandin.

Li gor daxuyanîya Wezareta Daristanan bi armancavemirandina şewatan, xebatên vemirandinê berdewam dikin.

Ji Çarşemê vir ve bi hezaran kes ji malên xwe hatin derxistine da ku pêşî li xeterîyan were girtin.

Hikûmeta Tirkîyê soza jinûve avakirina xanîyên zarar dîtine û alîkarîya zararên li herêmê, da.

Hejmara miriyên jiber şewatên li peravên başûrê welêt roja Yekşemê giheştîye 8 kesan.

Wezîrê Saxlemîyê Fahrettin Koca îro ragihand ku got, du kesên din roja Yekşemê jiber şewata li bajaroka Manavgat li başûrê welat jîyanên xwe ji dest dane.

Hevdem, wezîr Koca da zanîn ku 10 kes jî li nexweşxaneyan t êne derman kirin.

Welatîyên heremî û tîmên piştgirîyê yên ji Rûsya, Ukrayna, Îran û Azerbaycanê beşdarî xebatên vemirandinê dibin.

Wezîr Pakdemlî destnîşan kir ku herî kêm 13 balafir, 45 helîkopter, balafirên bêmirov, û 828 meşînên agirkujîyê di hewldanên vemirandina şewatan de, tênê bi kar anîn.

Yekîtîya Ewrûpa (YE) da zanîn ku wan sê firokên vemirandinê- yek ji Xirvatistanê û du jî ji Îspanyayê- şandine, piştî ku Tirkîyê ji welatên YE daxwaza piştgirîya rewşa awarte kiriye.

XS
SM
MD
LG