Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Şirnexê 2 Leşkerên Tirk Tên Kuştin Û 7 Jî Birîndar


Berpirsên Tirkîyê Duşemê ji Enqerê dan zanîn ku, herî kêm 2 leşekrên Tirkiyê li herêma Şirnexê hatin kuştin û 7 jî birîndar bûne, di encama peqîna mînekê de bûyer qewimî ye, dema leşkeran dixwestin mîna çandî ji kar bêxin.

Bûyer li nêzîk bajarokê Îdil yê girêdayî parêzgeha Şirnexê ya ku piraniya xwecihên wê Kurd in, qewimî ye.

Daxûyanî ya ku ji Walîtîya Şirnexê hatî weşandin dide eşkere kirin ku mîna ew hatbû çandin ji aliyê şervanên Partîya Karkerên Kurdistan PKK'ê ve hatîye danîn.

Daxûyanî behsa horgilîyên bûyerê nake, tenê dide zanîn ku dewleta Tirkîyê şerê li dij PKK'ê li gur "plana hatî darêtin" didomîn e.

Herwiha behsa rewşa leşkerên birîndar nehatîye kirin, Tirkîye her car şervanên Partîya Karkerên Kurdistan PKK'ê, li dor bûyerên weha tawanbar dike, ku çendeîn sale li gel dewleta Tirk di nava şer û pevçûnde ne. Tikîye, Amerîka û Yekêtîya Ewrûpa PKK'ê weke rêxistina terorê dibînin.

Tirkîyê li meha Oktobera bûrî, êrîşî herêmên Kurdan kirbû li bakur û rojhilatê Sûriyê, bo dûrxistina şervanên Kurd ji sinor, Tirkîye dibêje, şervanên Kurd yên li Sûriyê têkiliya wan bi PKK'ê re heye, lê Amerîka û welatên rojavayî piştevaniya wan dikin di şerê li dij DAIŞ'ê de. Amerîka û koalîsyona navnetewî ya şerê li dij DAIŞê li Sûriyê piştevanîya Hêzên Sûriya Demokrat HSD'ê dikin ku Kurd hêza sereke ne di wî şerî de.

XS
SM
MD
LG