Huner bê sînor e dikare li her deverekê serê xwe hilde û vejîn bibe, ne tenê di hundirê studyan de lê belê li derve û ser kolana jî.
Hunermendê kurd Şivan Şerîf vê yekê pesend dike bê çawa karîbû bi hunera xwe ya li ser dîwar û kolanan bala mirovan bikşîne.
Şivan yê ku di sala 1993yan li bajarokê Amûdê li bakûrêrojhilatê Sûriyê ji dayik bûye, karîbû li wlatê Almaniya cihê lingê xwe bigre û bi hunera xwe ya li ser kolana balê bikşîne ser behreya xwe ya hunerî.
Ew dibêje berî nuha pirr xebatên hunerî nedikir, lê belê hunermendê Amerîkî David Zinn bala wî kişnadibû û bû wek dergehê vê hunerê. û wisa wî dest pêkiri.
Ew bi tebaşîrê li ser konala wêneyên lawir û tiştên nêzî zarokan dikşîne û nîgar dike bi mebesta ku riwê bajarokê xwe yê nêzî Hanover rengîn bike.
Ew dixwaze ku bi vê yekê û vê hunera taybet derbasî nav hunerê bibe û cihê xwe wekû hunermendekî kurd di nav de bigre.
Hunera kolanan ya 3D hunerek balkêşe ji ber nêzî mirva ye her kes dikare wê bibîne û li ber raweste, û babetên wê jî ne zor û giranin ew tenê peyamên hezkirin û dilxweşiyê belav dike.
Şivan li ser Instagram û Facebook xebtên xwe belav dike û nuha hino hino balê dikşîne ser van xebtên xwe.