Wezareta Dadê ya Amerîka, îro Duşemê nasnameyên 2 gumanbarên ku di êrîşa dijî Kongresa Amerîkî ya 6'ê Rêbendanê de cîh girtine dîyar kir.
Navên 2 gumanbaran wek Julian Elie Khater û George Pierre Tanios hate eşkere kirin.
Khater û Tanios bi sedema ku hevkarî kirine ku madeyeke kîmyayî bavêjin ser polîsên Kongresê têne tawanbar kirin ku yek ji wan polîsan paşê miribû.
Khater û Tanios tevî êrîşkirina polîsan ya bi çekekî kujer bi gelek tawanan têne sûcdar kirin, piştî ku lêpirsîneran gotin ku wan bi spreyeke kîmyayî ya nedîyar, êrîşî 3 polîsan kirine.
Yek ji wan polîsan, Brian Sicknick, piştrê hatibû rakirinê nexweşxaneyekî û roja din jîyana xwe ji dest da bû.
Khater û Tanios bi kuştina Sicknick nayên tawanbar kirin.