Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye: Hêzên Sûrî ji Nayrab Derdikevin Û Çekdaran Helîkotera Sûrî Xistin Xwar


Arşîv
Arşîv

Wezareta Berevaniya Tirkîyê roja Sêşemê ragihand ku hêzên leşkerên Sûrî ji bajarokê Nayrab, yê li bakurê rojavayê Îdlibê, xwe vekişand, piştî ku li wê herêmê çekdarên opozisyon yên ku Tirkîye piştevanîya wan dike firokek helîkopter ya artêşa Sûrî xistine xwar.

Herwiha kenalê TRT TV yê Tirkî, ku girêdayî dewletê ye da zanîn ku çekdarên opozisyona Sûrî roja Sêşemê firokek helkopter li bajarojkê Nayrab yê li bakurê rojavayê Sûriyê xistîye xwar, tê texmîn kirin ku firoka artêşûa Sûrî be, û şer û pevçûn li herêmê dom dikin. Kenalê TV yê Tirkî zêdetir behsa horgilîyan nekir.

Piştî bûyer pêkhatî di mediya civakî da, dîmenên ketina firoka helîkopet hatin weşandin, Omer Madaniyah di twîta xwe da dîmen weşandin dema ku firoke agir pêketî û li esmanê Îdlibê tê xwar.

Lê nehat piştrast kirin kanê çekdarên li herêmê hene firoke xistîye xwar yan jî hêzên leşkerên Tirk yên ku wê herêmê dimînin. Hat ragihandin ku du firokevanên helîkopterê jî hatin kuştin.

Alozî û dijwarî li herêmê dom dikin bi taybet piştî ku doh Duşemê 5 leşkerên Tirk hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn, Tirkîye dibêje, ewê bersivê bidin her êrîşeka leşkerê Sûrî.

Di hefteyekê da li herêma Îdlibê, 13 leşkerên Tirkîyê hatin kuştin, ev jî bu sedem ku berpirsên Tirk soza tolhildanê bikin. Berî niha berpirsekê Tirk gotbû, çekdarên opozisyonê dikarin erdê ku berî niha ji dest daye cardî vegerînin.

Wek tê zanîn ev çend rojin konvoyên leşkerî yên Tirkiyê ji sinor derbazî nav axa Sûriyê dibin, Tirkîye dixwaze xalên zêrevanî yên di nav axa Sûriyê û herêma kêm kirina girjyan da, bihêz bikin, û piştgîrîya leşkerî bidin grûbên çekdar yên opozisyonê.

XS
SM
MD
LG